Îsraîl: Fermandarê Hêzên Besîcên Îranê hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Xulamreza Silêmanî Besîc Îran Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di êrişekê de Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî kuştiye.

Hêzên Besîcê di parastina ewlehiya nav bajaran û rûbirûbûna xwenîşanderan de roleke sereke dilîzin.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, Xulamreza Silêmanî duşemê di encama êrişeke esmanî de hatiye kuştin.

Heta niha Îranê bi awayekî fermî kuştina wî fermandarê payebilind piştrast nekiriye.

Rola Besîcê di çewisandina xwenîşanderan de

Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê de hat gotin, "Hêzên Besîcê beşek in ji dezgehên çekdarî yên Îranê û di dema xwenîşandanên navxwe de, bi taybetî jî di demên dawî de ku nerazîbûn zêde bûn, hêzên Besîcê di bin fermana Silêmanî de operasyonên sereke yên rûbirûbûna xwenîşanderan bi rê ve birin."

Artêşa Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir ku Besîcê di dema xwenîşandanên destpêka îsal de gelek kes desteser kirine û tundûtûjiyeke zêde bi kar aniye.

Aloziya li herêmê zêde dibe

Ev nûçe di demekê de tê ku şerê li Rojhilata Navîn ti nîşaneke aramiyê nade.

Sêşemê welatên Kendavê rastî pêleke nû ya êrişên mûşekî û dronan ên Îranê hatin.

Tehranê binesaziya enerjiyê ya herêmê kiriye armanc û tîne ziman ku ew dê dev ji kontrolkirina Tengava Hurmizê bernede.

Artêşa Îsraîlê ber destê sibêha Sêşemê ragihand ku wan dest bi "pêleke berfireh a êrişan" li Tehrana paytext kiriye.

Artêşa Îsraîlê di heman demê de êrişên xwe yên li ser çekdarên Hizbulahê yên li Libnanê jî dijwartir kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst