Berdevkê AK Partiyê: PJAK û Komele ber bi Îsraîlê ve diçin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan AK Partî Omer Çelîk Rojhilatê Kurdistanê PJAK Komele
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, gef li Partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar û got, “Hinek rêxistinên wekî PJAK û Komaleyê ber bi aliyê Îsraîlê ve diçin.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro piştî civîna Desteya Birêvebir a Navendî (MYK) ya partiya xwe, li Enqereyê daxuyaniyek da rojnamegeran û derbarê rûdanên dawî yên li herêmê axivî.

"Divê em cudahiyê bixin navbera Kurdan û wan rêxistinan"

Omer Çelîk destnîşan kir ku di medyaya nêzîkî Îsraîlê de nûçeyên bi rengê "Kurdên Îranê dê li dijî rejîmê serî hildin" tên belavkirin û got:

“Divê em cudahiyekê bixin navbera birayên me yên Kurd ên li Îranê û wan rêxistinên ku îdia dikin nûnerên Kurdan in lê bi derdorên Siyonîst re di nav pêwendiyan de ne.

Birayên me yên Kurd ên li wir, bi sedsalan e bi esaleta xwe çanda xwe diparêzin û nakevin nav lîstikên wiha.

Em dizanin ku Îsraîl li herêmê zextê li hinek aliyan dike ku li dijî Îranê çalakiyan bikin.”

Çelîk gef li hinek partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar û got:

“Hinek rêxistinên wekî PJAK û Komaleyê ber bi aliyê Îsraîlê ve diçin.

Ev yek, dubarekirina wê aqûbeta ku berê hatibû serê wan e.”

Berdevkê AK Partiyê tekezî li ser yekparçebûna axa Îranê kir û got:

”Divê hemû alî ji her tiştê ku li dijî serwerî û yekparçeyiya axa Îranê be, dûr bikevin.

Em silavên xwe ji serokeşîr û kesayetên Kurd ên bi aqilmendî tevdigerin re dişînin ku xwe ji van lîstikan dûr digirin.”

"Tirkiye girava aramiyê ye"

Çelîk derbarê metirsiya şerekî li herêmê jî ragihand ku Tirkiye bi ti awayî nabe parçeyek ji "şerên wekaletê" û nayê provokasyonan û got:

“Em agahdarî wan komployan in ku dixwazin Tirkiyeyê bikişînin nav agir.

Tirkiye girava aramiyê ye lê bila her kes bizanibe dema mijar bibe ewlehiya me ya neteweyî, em ti caran tawîzan nadin û bedelê wê çi bibe bila bibe, em dê gava pêwîst bavêjin.

Em rê nadin ku ti kes bi hinceta parastina mafên serweriyê, Tirkiyeyê bikişîne nav plangeriyan.”

Omer Çelîk her wiha ragihand divê pirsgirêkên navxweyî yên Îranê bi dînamîkên navxweyî bên çareserkirin, ne bi destwerdana derveyî û planên Îsraîlê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst