Netanyahu bangî xelkê Îranê kir: Derkevin em dê we biparêzin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyameke nû da xelkê Îranê.
Netanyahu ji Îraniyan re got, "Derkevin kolanan, em dê we biparêzin."
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Tel Evîvê bi berpirsên payebilind ên ewlehiyê re civiya.
Civîn Wezareta Parastinê ya Îsraîlê hat lidarxistin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, Sererkan Eyal Zamir û Dîrektorê MOSSADê David Barnea jî di civînê de amade bûn.
Qala kuştina berpirsan kir
Netanyahu di axaftina xwe de qala suîqestên dawî kir.
Wî êrişên li dijî Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê kuştina Elî Larîcanî û Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî bi bîr xistin.
Di encama wan her du êrişan de ew berpirsên Îranî hatibûn kuştin.
Peyama ji bo Newrozê
Li gorî nûçeya AAyê,Netanyahu bangî xelkê Îranê kir.
Wî diyar kir ku balafirên Îsraîlê li kolan û qadên bajaran êrişî berpirsên Îranê dikin û ev êriş didomin.
Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser nêzîkbûna Newrozê û got, "Pîrozbahiyên xwe bidomînin. Em ji jor ve temaşe dikin."
Wî bi van gotinan xelk teşwîqî xwenîşandanên girseyî kir û peyama "derkevin kolanan, em dê we biparêzin" da.
I'm here with Israel's Defense Minister, our Chief of Staff, the head of the Mossad, the Chief of Air Force, our senior commanders. In the past 24 hours, we knocked out two of the terrorist chieftains, the top terrorist chieftains of this tyranny.
— Benjamin Netanyahu - בנימין נתניהו (@netanyahu) March 17, 2026
Our aircraft are hitting the… pic.twitter.com/lFJKEMvgxR