Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî li Îranê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman ji bo hevdîtinên bi rayedarên payebilind re çû Tehrana paytexta Îranê.

Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman bi şandeya xwe re gihîşt Tehranê û ji aliyê Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî ve hat pêşwazîkirin.

Xalid Bin Selman li Tehranê bi Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî û rayedarên payebilind ên siyasî û ewlehiyê yên Îranê re civiya.

Serdana Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî di demekê de bû 30 sal in rayedarekî payebilind ê Erebistana Siûdî neçûbû Îranê.