Agirbesta 10 rojî ya Îsraîl û Libnanê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Peymana agirbesta 10 rojan a di navbera Îsraîl û Libnanê de xuleka yekem a roja înê ket meriyetê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew hewl dide ji bo cara yekem di dîrokê de li Washingtonê hevdîtineke rû bi rû di navbera serkirdeyên Îsraîl û Libnanê de saz bike.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ev agirbest piştî zincîreke pêwendiyên telefonî yên "bêhempa" yên bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokkomarê Libnanê Michel Aoun re pêk hatiye.

Trump got, "Her du serkirdeyan li ser agirbesteke 10 rojî li hev kir ku aştiyê bi dest bixin."

Tê çaverêkirin ku di nava 5 rojên bê de Netanyahu û Aoun li Koşka Spî li hev bicivin.

Eger ev hevdîtin pêk were, dê di dîrokê de bibe hevdîtina yekem a serkirdeyên her du welatan.

Herêma ewle û bêçekkirina Hizbulahê

Benjamin Netanyahu ragihand ku ev agirbest ji bo peymaneke aştiyê ya "dîrokî" derfetek e.

Lê belê Netanyahu tekez kir ku Îsraîl dê li hundirê axa başûrê Libnanê bi kûrahiya 10 kîlometreyan "herêmeke ewlehiyê" bihêle.

Her wiha Îsraîlê bêçekkirina Hizbulahê wekî şertekî bingehîn ê ji bo aştiyeke mayînde destnîşan kir.

Li aliyê din parlamenterekî Hizbulahê ragihand ku eger Îsraîl êrişên xwe rawestîne ew dê bi "hişyarî" pêbendî agirbestê bin.

Berpirsê Hizbulahê Îbrahîm Mûsewî anî ziman:

"Eger Îranê mijara agirbesta Libnanê wekî şertekî sereke li beramberî vekirina Tengava Hurmizê danenaya, ev agirbest pêk nedihat."

Amarên şer û mirina sivîlan

Bombebaranên Îsraîlê heta çend xulekan berî destpêkirina agirbestê didoman.

Di êrişeke asmanî ya li bajarokê Xaziyê yê li başûrê Libnanê de herî kêm 7 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.

Ji destpêka şerê 2yê Adarê û vir ve di navbera Hizbulah û Îsraîlê de li Libnanê zêdetirî 2 hezar kesî hatine kuştin.

Her wiha zêdetirî milyonek kes jî bûne koçber.

Peymana bi Îranê re nêzîk e

Donald Trump dema ji Koşka Spî ber bi Las Vegasê ve bi rê ket ragihand ku piştî 6 hefteyên şerekî wêranker Washington ji peymaneke aştiyê ya mayînde ya bi Îranê re "gelekî nêzîk e."

Trump amaje pê kir ku dibe ku ew ji bo îmzekirina peymana dawî ya bi Tehranê re biçe Pakistanê.

Ev agirbest di demekê de pêk tê ku balyozên Îsraîl û Libnanê vê hefteyê li Washingtonê li hev civiyan.

Ev ji sala 1993yan û vir ve hevdîtina yekem a dîplomatîk a fermî ya di navbera her du welatan de bû.

Niha çav li Tehran û Washingtonê ne ku were zanîn ka ev aramiya demkî ya Libnanê dê bibe destpêka bidawîhatina şerê giştî yê li herêmê yan na.