Tengava Hurmizê girtî ye: Şirket di krîzê de ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tengava Hurmizê Aborî Dorpêç Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tengava Hurmizê ku xala sereke ya bazirganiya petrolê ya cîhanê ye, zêdetirî 5 hefteyan e li ber keştivaniyê girtî ye.

Her ku roj derbas dibin, hêviyên ji bo çareseriyê kêm dibin û bandora li ser aboriya cîhanê û jiyana bi hezaran deryavanan girantir dibe.

Şirketa Hapag-Lloydê ku şirketa herî mezin a keştivaniyê ya Almanyayê ye, yek ji wan şirketên ku herî zêde zerer dîtiye ye.

Şeş keştiyên vê şirketê di nav avên Kendavê de asê mane û nikarin di wê derbasoka teng a di bin kontrola Îranê de re derbas bibin.

Ji bilî keştiyan, 150 deryavanên vê şirketê di rewşeke nediyar de mane.

Irina Heislerê ji Komeleya Keştiyên Almanyayê ragihand ku rewşa deryavanan gelekî zehmet e, bi taybetî ji aliyê derûnî ve, çimkî ew di herêmeke şer de ne.

Berdevkê Hapag-Lloydê Nils Haupt ragihand:

"Mayîna 5 hefte û nîvan a di herêma şer de tiştekî nû ye.

Tiştê herî girîng parastina canê tîma di nav keştiyan de ye."

Şirket her roj pêwendiyê bi wan re datîne ku karibin bi malbatên xwe re biaxivin.

Dabînkirina xwarin û avê

Ji ber ku keştî nikarin li benderan lenger biavêjin, dabînkirina xwarinê ya bi rêya keştiyên biçûk ên li deryayên vekirî tê kirin.

Berdevkê Hapag-Lloydê Nils Haupt got:

"Xwarin bi rêya hilgirên mezin têne danîn ser keştiyan û di depoyên sar de têne parastin."

Her çi qasî zincîra dabînkirina xwarinê didome jî, bihayê ava vexwarinê bi awayekî berbiçav biha bûye.

Mesrefa darayî ya şer ji bo şirketên keştivaniyê gelekî zêde ye.

Nils Haupt got, tenê ji bo şirketa wan, ev şer heftane dibe sedema 60 milyon dolarî mesrefê zêde:

Sotemenî: Bihayê her toneke sotemeniyê 400 dolarî zêde bûye. Şirket heftane hewceyî 100 hezar tonî ye ku tenê ji bo sotemeniyê dike 40 milyon dolarî.

Bîme: Mesrefa bîmeya keştiyan bi awayekî berbiçav bilind bûye.

Depo: Mesrefa mayîna konteyneran a li benderên Uman, Pakistan û Hindistanê bi milyonan dolarên din li ser xerciyan zêde kirine.

3 mercên vegerê

Şirketa Hapag-Lloydê teqez dike ku heta 3 mercên sereke pêk neyên ew keştiyên xwe naşînin nav Tengava Hurmizê:

  1. Paqijkirina temamî ya rêya keştiyan a ji mayînên deryayî.
  2. Parastina keştiyan a ji her cure êrişên leşkerî.
  3. Hebûna piştgiriya leşkerî ya navneteweyî ya ji bo misogerkirina derbasbûna selamet a 20 hezar deryavanên ku niha li herêmê asê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst