Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Tengava Humizê bi temamî ji bo çûn û hatina bazirganiye vekirin, lê dorpêça li ser benderên Îranê dê bidome.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku heta ku rêkeftina di navbera Îran û Amerîkayê ji sedî 100 pêk neyê dê dorpêç berdewam bike.
Serokê Amerîkayê li ser tora civakî ya "Truth Social"ê got, rêya stratejîk niha "bi temamî vekirî ye û ji bo kar û derbasbûna keştiyan amade ye.”
Trump hevdem amaje pê kir ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê "bi hemû hêz û bandora xwe" tenê derbarê Îranê de wekî xwe dimîne.
Trump geşbîniya xwe nîşan da ku gihîştina rêkeftina dawî ya bi Tehranê re dê gelekî bi lez pêk were û got, "Divê ev pêvajo gelekî bi lez biçe, çimkî berê li ser piraniya xalan dan û standin hatine kirin."
Ev biryara Trump a ji bo vekirina Tengava Humizê piştî wê yekê hat ku ji 28ê Sibatê ve ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, çûn û hatina petrol û gazê di wê rêyê re rawestiyabû û vê yekê jî di bazarên cîhanî de nirx bi awayekî berçav bilind kiribû.
Berî vê daxuyaniyê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî vekirina Tengava Humizê ragihandibû.
Eraqçî ji ser hesabê xwe yê Xê gotibû, "Hevdemî agirbesta li Libnanê, em derbasbûna hemû keştiyên bazirganiyê ya di Tengava Humizê re ji bo dema mayî ya agirbestê bi temamî vekirî radigihînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse