Amerîka: Tengava Hurmizê dê heta havînê vebe
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê ragihand ku ew pêşbînî dikin Tengava Hurmizê heta havînê vebibe.
Wî hişyarî jî da û got, eger Îran aboriya cîhanê wekî "rehîn" bigire, artêşa Amerîkayê dê bi hêzê wê rêya avî vebike.
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ji kanala welatê xwe CNBCyê re axivî.
Chris Wright got, “Tevgera keştiyan a di Tengava Hurmizê re dê di demeke nêzîk de dest pê bike û dê herî dereng heta havîna îsal vebibe.”
Wî da zanîn ku dibe ku rojên pêşiya me peymanek çêbibe.
"Me gavên destpêkê avêtin"
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright got, "Me ji bo vekirina tengavê gavên xwe yên destpêkê avêtin.
Lê belê çêtir e ku vekirina tengavê bi rêya peymanekê be ne bi bikaranîna hêza leşkerî."
"Rêberê nû yê Îranê birîndar e"
Chris Wright li ser mijara ku ka kî li Tehranê biryarder e, qala gotinên berpirsên leşkerî yên Amerîkayê û hinek berpirsên Îranê kir.
Ew berpirs dibêjin ku rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî birîndar e.
Zexta aborî li ser Îranê
Chris Wright li ser bihayê sotemeniyê destnîşan kir ku ew naxwaze di vê qonaxa dan û standinan de pêşbîniyan bike.
Lê wî eşkere kir ku dê îdareya Donald Trump zexta aborî bixe ser Îranê.
Tengava Hurmizê ji bo veguhastina enerjiyê yek ji rêyên avî yên herî serekî ye li cîhanê.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê dawiya Sibata 2026an dest pê kir û bû sedem ku Tehran tengavê bigire.