Ji sedî 40ê xanî û avahiyên Tel Evîvê bê stargeh in

Hewlêr (Rûdaw) - Mûşekên Îranê, xew li çavên Îsraîliyan heram kiriye û ji sedî 40ê xanî û avahiyên Tel Evîvê bê stargeh in.

Van çend şevan, biryara dema razanê û rabûna wan ketiye destê Îraniyan.

Her dema mûşek ji Îranê tên avêtin, zengê hişyarkirinê tê lêdan û divê odeyê razanê bicîh bihêlin û biçin stargehan.

Lê vî şerî derxistiye ku li gel bajarên Îsraîlê pirsgirêka stargehan heye.

Medyaya Îsraîlî diyar dike ku ji sedî 40ê niştecihên Tel Evîvê, di jêr xanî û avahiyên wan de stargeh nînin  ku wan ji mûşek û bombeyan biparêze.

Beşek ji stargehan jî kevin in û xwe li ber êrişan nagirin.

Roja duşemê, mûşekeke Îranê li naverasta Îsraîlê çar kes kuştin, termê 3 kesan ji wan li stargehekê hatin dîtin.

Gavi Reyhani, Niştecihê Beni Berakê got, "Malên me hemû wêran bûn, otomobîlên me hemû ji nav çûn. Teror li dijî me tê kirin."

Gelek stargehên heyî jî kevin in û ewlehiyê dabîn nakin

Her çiqas mûşekên Îranê heta digihin Îsraîlê zêdeyî 10 xulek pêwîst in.

Her wiha bi rêya telefonê xelk pêşwext tên hişyarkirin ku biçin stargehan, di gel vê jî herî kêm 24 Îsraîlî hatine kuştin û zêdeyî 500 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor amarên fermî, stargehên ji sedî 35ê xelkê Îsraîlê nînin.

Ji sedî 30ê din jî di dema êrişê de dereng digihên nav stargehan, ji ber ku di bin malên wan de stargeh nînin û divê biçin nav stargehên giştî.

Niştecihê Benî Berakê Gavi Reyhani, "Mixabin ev baca şer e. Ev şer di nêzîk de bi dawî dibe û em dê vegerin ser jiyana asayî."

Ji sedî 20ê stargehên giştî yên ji vî corî, berî sala 2020an hatine çêkirin û êdî bikêr nayên.

5 roj di ser şerê Îran û Îsraîlê re derbas bûn her du welat bi tundî êrişî hevdû dikin.