Li Derbendîxanê qezayeke trafîkê: Ji malbatekê 4 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Derbendîxan û Zerayanê qezayeke trafîkê çêbû û li gorî zanyariyên destpêkê ji malbatekê 4 kes mirin.

Qaymeqamê navçeya Derbendîxanê Silêman Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku li ser rêya di navbera Derbendîxan û Zerayanê de qezayeke trafîkê çêbûye.

Hat zanîn ku otomobîlek û barhilgirek li hevdû qelibîne.

Li gorî agahiyan, termên kesên ku mirine sewqî Nexweşxaneya Şehîd Reûf Beg a navçeya Şarezûrê hatine kirin.

Navên çar kesên ku canê xwe ji dest dane ev in û hemû jî endamên malbatekê ne: 

Seywan Elî Îbrahîm

Aîşe Cewamêr

Sergul Cewamêr

Arîn Seywan Elî

Navçeya Derbendîxanê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye.