Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê rtêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku ew dê roja yekşemê dest bi belavkirina kon û pêdiviyan li xelkê Xezeyê bikin da ku karibin li başûrê Kerta Xezeyê bi cih bibin.
Ev yek wekî amadehiyekê Îsraîlê ya ji bo berfirehkirina operasyonên li Xezeyeyê ku 8ê vê mehê kabîneya şer a Tel Evîvê bi piraniya dengan pesend kiribû.
Avichay Adraee ji ser hesabê xwe yê Xê got, "Li ser erkdariya asta siyasî û amadehiya artêşa Îsraîlê ji bo veguhastina Xezeyiyan ji herêmên şer ji bo başûrê Kerta Xezeyê û misogerkirina selametiya wan, ji sibê (Roja yekşemê) ve, em dê kon û pêdiviyên stargehê bidin xelkê herêmê.”
Berdevkê Artêşa Îsraîlê her wiha eşkere kir ku alîkarî piştî ku ji aliyê karmendên desteya deriyên sînorî û Wezareta Parastinê ve bên kontrolkirin dê ji Deriyê Kerem Şalomê bi rêya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên alîkariyê ve bên veguhastin.
Ev biryara artêşa Îsraîlê di demekê de ye ku 8ê vê mehê kabîneya şer a wî welatî biryara berfirehkirina operasyona leşkerî ya li Kerta Xezeyê da û gefa kontrolkirina tevahiya Xezeyê kir ku niha ji sedî 75ê bajêr di destê wê de ye.
Adraee amaje bi wê yekê jî kir ku artêşa welatê wî dê li gorî yasaya navneteweyî operasyonên xwe bidomîne.
Tê payîn ku di çarçoveya vê planê de, di nava 5 mehan de nêzîkî milyonek Xezeyî ber bi başûrê bajêr an jî kampên navendî ve bên veguhastin.
Piştî vê veguhastinê, tê plankirin ku li bajêr dorpêç û operasyoneke bejayî dest pê bike.
7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan, Hemasê êrişî Îsraîlê kir û Îsraîlê jî bi operasyonên bejayî û bombebaranê bersiv da.
Li gorî berpirsên Îsraîlê, di êrişa Hemasê de zêdetirî 1,200 kes hatin kuştin û 250 kesên din jî hatin revandin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî, heta niha herî kêm 61 hezar niştecihên Xezeyê hatine kuştin û 155 hezar û 275 kesên din jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse