ÎDIA - Îsraîlê peymaneke nû pêşniyarî Sûriyeyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê îdia kir ku Îsraîlê çend hefte berê pêşniyareke nû ya peymana ewlehiyê pêşkêşî Sûriyeyê kiriye û rêveberiya Şamê hîn bersiv nedaye lê li ser pêşniyarê dixebite.

Li gorî nûçeya malpera Amerîkayê Axiosê, Îsraîlê pêşniyareke nû ya peymana ewlehiyê pêşkêşî Sûriyeyê kiriye.

Hat îddîakirin ku birêvebirya Sûriyeyê hîn bersiv nedaye pêşniyara ku "çend hefte berê" hatiye pêşkêşkirin û Şam ji bo amadekirina pêşniyareke berevajî dixebite.

Tê payîn ku li Londonê bicivin

Hat gotin ku dibe ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî ji bo gotûbêjkirina pêşniyara Tel Evîvê îro li Londona paytexta Brîtanyayê bi Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer re bicive.

Her wiha hat destnîşankirin ku di hevdîtina Şeybanî û Dermer de Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack jî dê amade be.

Hûrgiliyên pêşniyarê

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) ku dispêre çavkaniyên ku navên wan nehatine eşkerekirin, di pêşniyara Tel Evîvê de tê xwestin ku herêma tampon a di navbera Sûriye û Girên Golanê de, ji aliyê Sûriyeyê ve 2 kîlometreyan din were firehkirin.

Di pêşniyarê de, herêma li başûrrojavayê Şamê wekî A, B û C dê bibe sê dever û li gorî her deverê dê were diyarkirin ka çi cure çek dikarin bên bicihkirin.

Li nêzîkî herêma tampon destûr nayê dayîn ku leşkerên Sûriyeyê û çekên giran bên bicihkirin.

Lê belê polîsên Sûriyeyê û hêzên ewlehiya navxweyî dê karibin li nêzîkî herêma tampon li ser kar bin.

Di pêşniyarê de herwiha tê xwestin ku tevahiya herêma ji başûrrojavayê Şamê heta Girên Golanê ji bo balafirên Sûriyeyê bibe herêma qedexeya firînê.

Îsraîl dê ji axa dagirkirî vekişe

Li hemberî van şertan, Îsraîl pêşniyar dike ku ji xeynî xala stratejîk a li ser Çiyayê Cebel El-Şêx (Çiyayê Hermonê), gav bi gav ji axa Sûriyeyê ya ku ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve dagir kiriye vekişe.

Li gorî heman nûçeyê, çavkaniyekî ku navê wî nehatiye eşkerekirin şîrove kiriye ku prensîba bingehîn a pêşniyara Îsraîlê ew e ku di ser Sûriyeyê re korîdoreke hewayî ber bi Îranê ve were pêkanîn û ev yek dê paşerojê rê li ber êrişên muhtemel ên Îsraîlê yên li dijî Îranê veke.