Koçberên Refahê dixwazin vegerin: 'Em di rewşeke derûnî ya gelekî aloz de ne'

Xeze (Rûdaw) - Tevî rawestandina şer, xelkê bajarê Refahê hîn jî li derveyî bajarê xwe ne û ji bo bidawîanîna awarebûna xwe bi bêsebrî li benda çareseriyekê ne ku karibin vegerin kavilên malên xwe.

Yûsif di nava meh û nîvekê de piştî ku ji bajarê Refahê koçber bû, neçar ma 7 caran cihê xwe biguherîne heta ku li herêma Mewasiyê ya beravê bi cih bû.

Tevî agirbestê û rawestandina şer, ew hîn jî nikare vegere Refahê.

Koçberê Refahê Yûsif Riyatî anî ziman:

"Bêguman em li herêma Mewasiyê ya ku em lê aware ne, rastî gelek astengiyan tên.

Rast e şer rawestiyaye û avêtina mûşekan sekiniye lê ji bo me nesekiniye.

Em di rewşeke derûnî ya gelekî aloz de ne.

Em hemû xelkê Refahê aware ne û rê nadin ku em vegerin, di heman demê de koçberên bajarên din vegeriyane.

Piraniya me li ser axê dijîn û piraniya me di konan de ne ku ji bo jiyanê ne guncav in."

Hejmara niştecihên bajarê Refahê zêdetirî 300 hezar kes e û hemû jî koçberî parêzgehên Xan Yûnis û Dêr el-Belehê bûne.

Koçberê Refahê Nîzal Ebû Herib da zanîn:

"Ez ji bajarê Refahê koçber bûme û nêzîkî 16 mehan e li Xan Yûnisa başûrê Xezeyê me.

Me çend caran cihê xwe guhert. Niha em li beravê deryayê ne û rewşa me gelekî zehmet e.

Ew konê ku em tê de dijîn ne ji bo havînê û ne jî ji bo zivistanê guncav in.

Em her dem ditirsin ku pêlên deryayê konên me bibin."

Koçberê Refahê Mihemed Şeas got:

"Em wekî koçberên Refahê daxwaz dikin ku vegerin mal û taxên xwe.

Em dixwazin vegerin û bajarê xwe ji nû ve ava bikin.

Ji bilî Refahê cihekî me nîne, ji ber ku cihê jidayîkbûn û mezinbûna me ye.

Em li wir perwerde bûn, me li wir lîst, xwend, xwar û vexwar û li wir zewicîn."

Li gorî nivîsgeha çapemeniyê ya hikûmeta Xezeyê, ji sedî 90ê bajarê Refahê yê başûrê Xezeyê ji ber şer wêran bûye.