Berfê li Bedlîsê perwerde rawestand
Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda Bedlîsê û navçeya Norşînê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, ji ber berf û qeşayê perwerde hat rawestandin.
Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku li gundên navendê û navçeya Norşînê û dibistanên ku perwerdeya wan bi sîstema veguhastinê ye dibistan dê îro girtî bin.
Di daxuyaniya Parêzgariyê de hat diyarkirin, tê payîn berfa ku li bajêr dibare bandora xwe bidomîne.
Parêzgariyê da zanîn, serê sibehê metirsiya çêbûna qeşayê heye û ev biryar ji bo ewlehiya xwendekar û welatiyan hatiye standin.