Îsraîl: Me Wezîrê Îtlaetê yê Îranê kuşt

1 demjimêr berê
Nîşan Israel Katz Wezîrê Îtlaetê yê Îranê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, “Me Wezîrê Îtlaetê yê Îranê Îsmaîl Xetîb kuşt.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz peyameke vîdeoyî belav kir û tê de qala operasyonên dawî yên li Îranê kir.

Israel Katz da zanîn ku wan Wezîrê Îtlaetê yê Îranê Îsmaîl Xetîb kuştiye.

Îranê heta niha li ser mijarê tiştek negotiye.

Doh jî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî, kurê wî Murteza, Alîkarê Ewlehiyê yê Konseyê Elîreza Beyat û parêzvanên wî hatibûn kuştin.

Fermandarê Hêzên Besîcê yê Îranê Xulamreza Silêmanî jî doh hatibû kuştin.

Îsraîlê kuştina wan ragihandibû û Îranê jî kuştina van piştrast kiribû.

Îsraîl û Amerîka ji 28ê Sibatê ve êrişî Îranê dikin.

Îran jî bi mûşekan êrişî Îsraîlê û hinek welatên herêmê dike ku li wan deran hebûna leşkerî ya Amerîkayê heye.

Divê were gotin ku gelek caran êrişî Îraq û Herêma Kurdistanê jî tê kirin.

Li gorî lêkolînên Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve bi giştî 352 bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di van êrişan de 8 kesan canê xwe ji dest daye û 45 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst