Çûn û hatinên di Hurmîzê re ji sedî 95 kêm bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Ji 28ê Sibatê ve ku êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kiriye, Tehranê Tengava Hurmizê li ber keştiyên Amerîka û hevalbendên wê girtiye.
Amarên nû nîşan didin ku hatûçûna deryayî ya di wê rêreya stratejîk re gihîştiye asta herî nizm û nêzîkî sifirê bûye.
Tengava Hurmizê ya ku dirêjahiya wê 167 kîlometre ye, beriya şer şahdemara enerjiya cîhanê bû lê niha rewş bi temamî guheriye.
Rojane 120 geşt dihatin kirin
Li gorî malpera "Lloyd's List"ê ya taybet bi deryageriyê, berê rojane bi awayekî asayî 120 geşt di tengavê re dihatin kirin.
Lê belê daneyên kompanyaya "Kpler"ê nîşan didin ku ji 1ê heta 18ê Adara 2026an, tenê 105 keştî di tengavê re derbas bûne.
Ev jî tê wateya kêmketina hat û çûnê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 95an.
Ji sêyan yekê keştiyan di lîsteya sizayan de ne
Ji wan 105 keştiyên derbasbûyî, 60 ji wan keştiyên veguhastina petrol û gazê bûn.
Li gorî analîzeke Ajansa France Presseê, nêzîkî sêyeka wan keştiyên ku di vê heyamê de di tengavê re derbas bûne, di lîsteya sizayên Amerîka, Yekîtiya Ewropa yan jî Brîtanyayê de ne.
Her wiha 17 keştiyan bi alaya Îranê hat û çûn kiriye û ji sedî 47ê tankeran di bin sizayan de bûn.
Piranî ber bi Çînê ve diçin1
Şirovekara Banka JP Morganê Natasha Kaneva amaje pê dike ku piraniya wê petrola niha di Hurmizê re derbas dibe, ber bi Asya û bi taybetî Çînê ve diçe.
Daneyên nû nîşan didin ku Çîn niha rojane milyonek bermîl petrol bi wê rêyê dikire, di demekê de ku beriya şer ev rêje rojane 5 milyon bermîl bû.
Li gorî raportan, ji sedî 98ê wê petrola di van sê hefteyan de di tengavê re derbas bûye.
Ev dabeşîna mezin di demekê de ye ku di demên asayî de, pêncyeka petrol û gaza cîhanê bi vê tengava stratejîk re derbas dibe lê niha şer bûye sedema pûçbûna yek ji rêreyên herî girîng ên avî yên cîhanê.