Tirkiyeyê ji bo hinartina petrolê pêşniyarek da Îraqê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku tevî alozî û şerê li Rojhilata Navîn, herikîna petrola Îraqê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê (Kerkûk-Ceyhan) re dest pê kiriye.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar doh (18ê Adarê) beşdarî bernameyeke NTVyê bû.
Bayraktar di vê bernameyê de li ser ewlehiya enerjiyê û rûdanên dawî yên li herêmê axivî.
Bayraktar amaje bi destpêkirina herikîna petrola Îraqê ya bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê kir û got:
"Niha herikîna petrolê ji Îraqê ber bi Tirkiyeyê ve dest pê kiriye.
Rojanê dê di navbera 170 hezar heta 250 hezar bermîlan de petrol biherike.
Lê divê em vê zanibin ku kapasîteya vê xetê 1,5 milyon bermîl e."
"Me pêşniyar kir ku em xetê dirêjî Besrayê bikin"
Alparslan Bayraktar bal kişand ser metirsiyên li Tengava Hurmizê û diyar kir ku wan ev rewş berê jî ji rayedarên Bexdayê re gotiye û wiha domand:
"Em bi salan e ji Bexdayê û ji her kesî re dibêjin, eger sibê rojekê li Hurmizê pirsgirêkek derkeve û tengav were girtin, hûn dê wekî Îraq petrola xwe di kû re hinarde bikin?
Me ji wan re pêşniyar kir ku em vê xeta heta Kerkûkê, dirêjî Besrayê bikin."
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku Îraq rojane nêzîkî 3 milyon bermîl petrol hinarde dike û pê de çû:
"Îraq dikare nêzîkî ji sedî 50yî petrola xwe di ser vê xetê re bigihîne bazara Deryaya Spî.
Niha dibe ku mixetabên me baştir fêm bikin ka me çi digot."
Hinartina bi rêya deryayê rawestiyaye
Piştî peymana 17ê Adara 2026an a di navbera Hewlêr û Bexdayê de, petrola Kerkûkê dîsa ber bi bazarên cîhanî ve hat şandin.