Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrên derve yên welatên Encûmena Hevkariya Kendavê mîkanîzima rêkeftina Riyazê ya ku di kanûna 2013an de bi navebeynkariya mîrê Kuwêtê, Şahê Erebistana Siûdî û Mîrê Qeterê hat derxistin, îmze kirin. Qeter hemû daxwazên welatên Kendavê qebûl kirin û wê piştgiriya xwe ji bo Îxwan Muslimîn rawestîne û serkirdeyên wê grûpê jî ji xaka xwe derbike.
Civîna wezîrên derve yên welatên Kendavê ku roja pêncşemê 17/4/2014 bû, piştî wê yekê hat ku Erebistana Siûdî, Îmarata Erebî û Behreyn di 5ê adarê de biryar dan balyozên xwe ji Qeterê vekişînin.
Her sê welatan di daxuyaniyeke hevbeş de gotin ku ew biryara wan pitşî wê yekê hat dayîn ku hemû hewlên hatine dayîn ji bo ku Qeter destê xwe nexe nav karûbarên welatên Kendavê de, sernegirtin.
Her sê welatan, Qeter bi wê yekê tometbar kirin ku karên têkder Ii Behreynê pêk anîne û di rêya televizyona el-Cezîre û zanayê olî Yûsif Qerezawî re xelk li dijî Îmarat û Siûdiyê tûj dike.
Li gor zanyariyên ku derbarê naveroka wê rêkeftinê de belav bûne, parastina yekrêziya welatên Kendavê, rêgirtin li destêwerdana aliyên derve di nav karûbarên welatên Encûmena Hevkariya Kendavê de û ti welatek destê xwe nexe nav karûbarên welatên din de, ji xalên girîng ên rêkftinê ne.
Malpera Elaph a erebî li ser zarê çavkaniyên dîplomasî veguhestiye ku esas û bingiha lihevkirina wan welatan ewe ku Qeter soz daye êdî grûp û dezgehên ragihandinê yên ku ziyanên digihîne welatên Kendavê, bi taybet Siûdiyê û Îmrat û Behreyn rawestîne, herwiha Qeter rêkftinek îmze kiriye ku êdî piştgiriya grûpa Îxwan Muslimîn neke û gefê li ewlekariya Kendavê nexwe û dûrî pirsa Misrê bikeve. herwiha wê Qeter serkirdeyên Îxwan ên li ji xaka xwe derxîne û veguhêze welatekî din ê erebî.
Biryar e serkirdeyên welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendavê di meha bê de civînekê li paytexta Siûdiyê Qeterê li dar bixin.
Berî îmzekirina rêkeftinê, hikûmeta Siûdiyê amaje kiribû ku ewê tedbîrên tund li dijî Qeterê bistîne, wek girtina sînorê bejayî ku take rêya bejayî ye ya ku Qeter di rêya wê re dikare xwe bigihîne cîhanê, herwiha Siûdyê gef li Qeterê xwar bû ku ewê asmanê xwe li ber wî welatî bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse