Hewlêr (Rûdaw) - Encama rapirsiyeke nû ya li Îsraîlê nîşan dide ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li hemberî her çar hevrikên xwe yên sereke li pêş e.
Lê di heman demê de piraniya beşdaran pê bawer in ku nabe ew careke din bibe serokwezîr.
Li gorî encamên rapirsiya ku Kanala 12a Îsraîlê belav kiriye, Benjamin Netanyahu di hemû rûbirûbûnên dualî de li pêşiya hevrikên xwe yên siyasî ye.
Di pêşbaziya li hemberî serokwezîrê berê Naftali Bennett de, Netanyahu ji sedî 41ê dengan û Bennett jî ji sedî 34ê dengan bi dest xistine.
Li hemberî Gadi Eisenkot jî Netanyahu bi komkirina ji sedî 42yê dengan li pêş e, Eisenkot jî ji sedî 36ê dengan sitandiye.
Li gorî rapirsiyê, cudahiya Netanyahu ya li gel serokê mixalefetê Yair Lapid hîn zêdetir dibe.
Netanyahu ji sedî 42 û Lapid jî tenê ji sedî 27ê dengan sitandiye.
Di dawiyê de li hemberî Avigdor Lieberman jî Netanyahu ji sedî 42yê dengan bi dest xistine û Lieberman tenê ji sedî 24ê piştgiriya beşdaran bi dest xistiye.
Tevî vê bipêşketina Netanyahu ya li hemberî hevrikên wî yên diyar, dema ku bi awayekî giştî ji Îsraîliyan hatiye pirsîn "Gelo bila Netanyahu yan kesekî din bibe serokwezîr?" ji sedî 56ê beşdaran gotiye "kesekî din."
Tenê ji sedî 36ê beşdaran gotiye Netanyahu û ji sedî 8ê wan jî bêalî bûne.
Metirsiya li ser demokrasiyê û parçebûna navxwe
Rapirsî balê dikişîne ser dilgiraniyên kûr ên civaka Îsraîlê.
Ji sedî 53yê beşdaran dibêjin ku ew ji bo paşeroja demokrasiya li welatê xwe dilgiran in, li hemberî vê jî ji sedî 42 dibêjin ku ew ne dilgiran in.
Li ser gefa herî mezin a li ser Îsraîlê, ji sedî 56ê beşdaran pê bawer in ku "parçebûna navxwe" gefa herî mezin e.
Ji sedî 39ê beşdaran jî pê bawer in ku "gefên ewlehiyê" metirsiya sereke ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse