Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebûlxeyt Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiyê û karkirina hevbeş a ji bo rêlibergirtina belavbûna aloziyên li Rojhilata Navîn kir.
Piştî nîvroya îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt re hevdîtin kir.
Rewşa siyasî û emnî
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rûdanên dawî yên rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi welatên Ereban re jî hatin nirxandin.
"Divê rê li ber aloziyan bê girtin"
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiyê û karkirina hevbeş a ji bo rêlibergirtina belavbûna aloziyên li Rojhilata Navîn kir.
Bandor û encamên şer ên li ser welatên herêmê jî mijareke din a civînê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse