Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Antalyayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.

Civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan de ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.

Di rojeva hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê de bipêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê hebû.

Her wiha bihêzkirina têkiliyên di navbera Bexda û Enqereyê de jî yek ji mijarên sereke yên civînê bûn.

"Me gotûbêjeke cidî kir"

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re peyamek belav kir û got:

"Ez kêfxweş bûm ku min îro li Antalyayê Serok Recep Tayyîp Erdogan dît."

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ew li ser xurtkirina pêwendiyan axivîn û got:

"Me li ser bihêzkirin hevkariya di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de gotûbêjeke cidî kir.

Her wiha me ji hev re bîr û nêrînê xwe yên li ser rûdanên herêmê anî ziman."

Pêbendiya bi aramî û bipêşketinê

Nêçîrvan Barzanî amaje bi hewlên ji bo aramiya herêmê da û wiha pê de çû:

"Me tekez kir ku her du alî jî ji bo bipêşxistina aramiya herêmê, bipêşketin û ewlehiya hevbeş pêbend in."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her wiha ji ber “serkirdayetî û hewlên wî yên berdewam ên ji bo kêmkirina aloziyan û aramiya herêmê” spasiya Erdogan kir.

“Diyalog rêya herî baş e"

Li aliyê din Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê hevdîtinê daxuyanî da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî da zanîn ku her du aliyan tekezî li ser pêbendiya hevbeş a ji bo bipêşxistin û parastina aramiya herêmê kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de hat kirin.

Her du aliyan tekez kir ku ji bo çareserkirina krîzan û parastina berjewendiyên hevbeş diyalog rêya herî baş e.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî ji ber serkirdayetî û hewlên wî yên berdewam ên ji bo kêmkirina aloziyan û parastina asayîş û aramiya navçeyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir.