Îranê Tengava Hurmizê girt û gule li keştiyan reşandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê ragihand ku wan careke din Tengava Hurmizê ji çûn û hatina keştiyan re girtiye.

Ajansa nûçeyan a Farsê ya Îranê ragihand, ji ber ku cezayên Amerîkayê didomin, Tehranê biryar daye careke din Tengava Hurmizê bigire.

Berpirsekî leşkerî yê Îranê ji ajansê re axivî û Washington bi "çetetiya deryayê" tohmetbar kir.

Wî berpirsî got, "Heta ku Amerîka li ser azadiya temam a çûn û hatina keştiyan li hev neke, rewşa Tengava Hurmizê dê wekî berê di bin kontroleke tund de bimîne."

Gule li keştiyan reşdandin

Li aliyê din, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji destpêka vê hefteyê ve 23 keştî pêbendî rênimayan bûne û vegeriyane.

Di heman demê de, berpirsekî parastinê yê Amerîkayê û Ajansa Çavdêriya Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) eşkere kir ku hêzên Îranê gule li gelek keştiyên petrolê reşandine.

Berpirsekî Amerîkî ji malpera Axiosê re ragihandiye ku şemiyê herî kêm 3 êriş li ser keştiyên bazirganiyê hatine kirin.

Li gorî amarên Ajansa "Tanker Trackers"ê, du ji wan keştiyên ku gule li wan hatine reşandin yên Hindî bûne.

Di keştiyekê de 2 milyon bermîl petrola xav a Îraqê hebû.

Tomarên deng ên nav keştiyan nîşan didin ku destpêkê destûr hatiye dayîn ku keştiyek derbas bibe.

Lê paşê gule lê hatine reşandin û ew keştî neçar maye ku vegere.

Gotûbêjên li ser peymanê

Ev bipêşketinên nû di demekê de ne ku Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya çend rojan ji bo gihîştina bi peymanekê geşbîniya xwe anîbû zimên.

Trump înê ragihandibû ku ew pêşbînî dike di navbera rojek an du rojan de peymanek bê îmzekirin.

Wî amaje pê kiribû ku Tehran razî ye ku dewlemendkirina uranyumê bi temamî rawestîne.

Trump her wiha 18ê Nîsanê di merasîma îmzekirina biryarnameyeke serokatiyê ya derbarê girtina Tengavê axivî.

Trump got, "Îranê biryar daye ku Tengavê bigire. Ew nikarin bi vî awayî zextê li me bikin û şantajê li me bikin lê em bi wan re di nav dan û standinan de ne û em dê vê yekê çareser bikin."