Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê Behsa êrişên li ser Herêma Kurdistanê hat kirin.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab da zanîn ku amadebûna Nêçîrvan Barzanî ya di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de xwedî bandoreke girîng e.
Dilşad Şehab herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dê wekî her tim li herêmê bibe faktora aştî û bihevrejiyanê.
Peyama ji Antalyayê
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab bi peyameke vîdeoyî ya ji Antalyayê ku ji Rûdawê re şandiye, qala Foruma Dîplomasiyê kir.
Dilşad Şehab got, "Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî Foruma 5emîn a Dîplomasiyê ya Antalyayê dibe.
Ev cara 4an e ku Cenabê Serok beşdar dibe. Hebûna Herêma Kurdistanê di van navendên dîplomatîk de xwedî bandor û wateyeke taybet e."
Dilşad Şehab derbarê mijarên forumê jî diyar kir ku bandora rûdanên li herêmê û bi taybetî jî şerê vê dawiyê bûne mijara gotûbêjan û got:
"Di vî şerê dawiyê de hat îspatkirin ku çi tişt li vê herêmê yan jî li her cihekî cîhanê rû bide, dê bandorê li tevahiya cîhanê bike.
Ji ber vê yekê, divê ji her alî ve girîngî bi wan pirsgirêkan bên dayîn ku dibin sedema aloziyan."
"Herêma Kurdistanê faktora aştiyê ye"
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê bal kişand ser peyama Nêçîrvan Barzanî ya di civînan de û wiha axivî:
"Peyama Cenabê Serok, tekezkirina li ser rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramiya herêmê de bû.
Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aramî, aştî û bihevrejiyanê."
Dilşad Şehab di beşeke din a axaftina xwe de qala zererên şer kir û got:
"Behsa wan zereran hat kirin ku gihiştine Herêma Kurdistanê.
Her çend Herêma Kurdistanê bi pratîkî û di gotara xwe ya fermî de nebûbe beşek ji wan milmilanî û şeran jî rastî ziyanan hat.
Banga me her tim ji bo dîplomasî, diyalog û agirbestê bûye.
Niha ku ev agirbest heye, yek ji mijarên girîng ên li cem Cenabê Serok ew e ku em çawa dikarin di xurtkirina agirbestê û kêmkirina aloziyan de xwedî rol bin."
Êrişên derqanûnî
Dilşad Şehab qala "êrişên nerewa" yên li ser Herêma Kurdistanê jî kir û wiha pê de çû:
"Xaleke din a ku ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng e, ew êrişên nerewa ne ku bêyî ti sedeman tên ser Herêma Kurdistanê.
Bi taybetî jî ew êrişên ku ji aliyê milîsên derqanûnî yên li nav Îraqê ve tên kirin."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku pêgeha Herêma Kurdistanê cihê rêzê ye.
Li gorî gotina wî, di piraniya civînan de beşdaran pesnê rola "erênî û bibandor" a Nêçîrvan Barzanî ya di rûdanên herêmê de daye ku ev yek jî di dawiyê de ji bo parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse