Nêçîrvan Barzanî li Antalyayê ye: Rêzehevdîtinên dîplomatîk û tekezkirina aramiya herêmê

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de, îro bi Serokkomarê Tirkiyeyê, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê û Sekreterê Komkara Ereban re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinan de mijarên aştî, aramî û pêşvebirina pêwendiyan hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê pesnê rola Nêçîrvan Barzanî da

Serokê Herêma Nêçîrvan Barzanî vê sibehê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re civiya.

Di hevdîtinê de rûdanên dawî yên herêmê bi giştî û bandor û encamên wan hatin nîqaşkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya agirbestê, pêkanîna aştiyê û parastina aramiya Rojhilata Navîn kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê vê hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, " Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê helwesta Herêma Kurdistanê ku nebûye beşek ji şer û aloziyên herêmê bilind nirxand.

Her wiha ji bo parastina aştî û aramiyê tekezî li ser hevahengiya piralî kir û pesnê rola Birêz Serokê Herêma Kurdistanê da.

Serok Nêçîrvan Barzanî jî ducare kir ku Herêma Kurdistanê dê wekî her tim faktora aştî û aramiyê be û ew dixwazin pêwendiyên bi welatên cîran re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş zêdetir bi pêş bixin.”

Pêwendiyên Tirkiyeyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û hevkariya hevbeş a di navbera wan de, mijareke din a civînê bû.

Rêlibergirtina belavbûna aloziyan

Nêçîrvan Barzanî piştî nîvro, bi Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebulxeyt re civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û ewlehiyê yên Îraqê û herêmê û her wiha pêwendiyên Herêma Kurdistan û Îraqê bi welatên Ereban re hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina aramiyê û karkirina hevbeş ji bo rêlibergirtina belavbûna aloziyên li Rojhilata Navîn kir.

Her wiha bandor û encamên şer ên li ser welatên herêmê, mijareke din a civînê bû.

Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan

Nêçîrvan Barzanî piştî nîvro ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Erdogan, bi amadebûna Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar bi Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

"Ez kêfxweş bûm ku min îro li Antalyayê Serok Recep Tayyîp Erdogan dît.

Me li ser bihêzkirina hevkariya di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de û li ser guhertinên herêmê nêrînên xwe pevguhertin.

Me ducare kir ku em her du alî pêbendî pêşxistina aramiya herêmê, pêşketin û ewlehiya hevbeş in."

Nêçîrvan Barzanî spasiya Erdogan kiriye "ji bo serkirdayetî û hewldanên wî yên berdewam ên ji bo kêmkirina rageşiyan û aramiya herêmê.”

Her du aliyan tekez kir ku ji bo çareserkirina krîzên herêmê diyalog rêya herî baş e.

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê doh dest pê kir û ev çaremîn sal e ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê vexwendin.

Dilşad Şehab: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê tên gotûbêjkirin

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê Behsa êrişên li ser Herêma Kurdistanê hat kirin.

Dilşad Şehab da zanîn ku amadebûna Nêçîrvan Barzanî ya di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de xwedî bandoreke girîng e.

Dilşad Şehab herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dê wekî her tim li herêmê bibe faktora aştî û bihevrejiyanê.

Peyama ji Antalyayê

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab bi peyameke vîdeoyî ya ji Antalyayê ku ji  Rûdawê re şandiye, qala Foruma Dîplomasiyê kir.

Dilşad Şehab got, “Hebûna Herêma Kurdistanê di van navendên dîplomatîk de xwedî bandor û wateyeke taybet e."

Dilşad Şehab derbarê mijarên forumê jî diyar kir ku bandora rûdanên li herêmê û bi taybetî jî şerê vê dawiyê bûne mijara gotûbêjan û got:

"Di vî şerê dawiyê de hat îspatkirin ku çi tişt li vê herêmê yan jî li her cihekî cîhanê rû bide, dê bandorê li tevahiya cîhanê bike.

Ji ber vê yekê, divê ji her alî ve girîngî bi wan pirsgirêkan bên dayîn ku dibin sedema aloziyan."

"Herêma Kurdistanê faktora aştiyê ye"

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê bal kişand ser peyama Nêçîrvan Barzanî ya di civînan de û wiha axivî:

"Peyama Cenabê Serok, tekezkirina li ser rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramiya herêmê de bû.

Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aramî, aştî û bihevrejiyanê."

Dilşad Şehab di beşeke din a axaftina xwe de qala zererên şer kir û got:

"Behsa wan zereran hat kirin ku gihiştine Herêma Kurdistanê.

Her çend Herêma Kurdistanê bi pratîkî û di gotara xwe ya fermî de nebûbe beşek ji wan milmilanî û şeran jî rastî ziyanan hat.

Banga me her tim ji bo dîplomasî, diyalog û agirbestê bûye.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku pêgeha Herêma Kurdistanê cihê rêzê ye.

Li gorî gotina wî, di piraniya civînan de beşdaran pesnê rola "erênî û bibandor" a Nêçîrvan Barzanî ya di rûdanên herêmê de daye ku ev yek jî di dawiyê de ji bo parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye.

“Diyalog rêya herî baş e"

Li aliyê din Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê hevdîtinê daxuyanî da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî da zanîn ku her du aliyan tekezî li ser pêbendiya hevbeş a ji bo bipêşxistin û parastina aramiya herêmê kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, tekezî li ser berfirehkirina hevkariya hevbeş a di warên cuda de hat kirin.

Her du aliyan tekez kir ku ji bo çareserkirina krîzan û parastina berjewendiyên hevbeş diyalog rêya herî baş e.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî ji ber serkirdayetî û hewlên wî yên berdewam ên ji bo kêmkirina aloziyan û parastina asayîş û aramiya navçeyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir.

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê

Foruma 5ecmîn Dîplomasiyê ya Antalyayê di navbera rojên 17 û 19ê Nîsanê de tê lidarxistin.

Nêzîkî 5 hezar kesayetî ji 150 welatan beşdar bûne.

Zêdetirî 5 hezar kesayetî bi fermî hatine vexwendin ku Nêçîrvan Barzanî yek ji wan e.

Nêzîkî 20 berpirsên bilind û hikûmetên welatan, 15 alîkarên serokan, zêdetirî 50 wezîrên welatan ku 40 ji wan wezîrên derve ne û her wiha nûnerên 75 rêxistin û komeleyên navneteweyî di vê lûtkeyê de beşdar in.

Ev forum ji sala 2021ê ve salane bi beşdariya serkirde, berpirsên bilind ên navneteweyî tê lidarxistin.

Nêçîrvan Barzanî cara çaremîn e ku beşdar dibe û îsal jî ji roja yekem a lûtkeyê, wate ji 17ê Nîsanê ve li wir amade ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst