Îran: Dan û standin didomin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser dan û standinên Tehran û Washingtonê diyar kir ku ew dê bi rêya medyayê nîqaşan nekin û got, "Bi navbeynkariya Pakistanê dan û standin didomin."

Beqayî li Tehranê di civîneke çapemeniyê ya heftane de li ser rojevê daxuyanî dan.

“Dan û standin bi rêya Pakistanê didomin”

Beqayî eşkere kir ku ew dê li ser medyayê dan û standinan nîqaş nekin û li pey çû:

“Bi navbeynkariya Pakistanê dan û standin didomin.

Ti dijminatiya me bi ti welatê herêmê re nîne lê divê welatên herêmê bi taybetî jî Îmarat ji rûdanên dawî dersan derxe.”

Wî her wiha destnîşan kir ku hebûna Amerîka û Îsraîlê ya li herêmê aramiyê nayîne.

Mekanîzmaya Tengava Hurmizê

Beqayî di heqê wergirtina xercên derbasbûnê ya ji Tengava Hurmizê de ev agahî dan:

“Em bi Umanê re di pêwendiyê de ne da ku ji bo Tengava Hurmizê mekanîzmayekê ava bikin.

Hefteya borî şandeyên teknîk jî civiyan. Me ji bo ewlehiya gerê ya li Tengava Hurmizê gelekî hewl da.

Bingehên yasayî û mantiqî yên wergirtina xercên derbasbûnê hene.

Dîtina Tengava Hurmizê ya bi rengê mijareke aborî dê bibe sedema hêsankirina mijarê û dûrketina ji xala bingehîn.”

Amerîka bi “korsantiyê” hat tohmetbarkirin

Beqayî amaje bi wê yekê kir ku mafê welatê wî yê dewlemendkirina uranyumê di Peymana Belavnekirina Çekên Nukleer (NPT) de hatiye naskirin û ev maf hîn jî heye.

Berdevkê Îranî Amerîka wekî sedema bêewlehiya li deryayan nîşan da û got:

“Rûsya û Çîn dizanin ku sedema bêewlehiya li deryayan û gefên li ser bazirganiya deryayî Amerîka ye.

Li ser azadiya bazirganiya deryayî nêrîna me û Çînê yek e. Amerîka bi korsantiyê di bazirganiya deryayî de pirsgirêkan derdixe.”

Beqayî anî zimên ku welatê wî bi fişarên aborî û gefan dev ji berjewendiyên xwe bernade.

Wî ragihand ku Amerîkayê jî ev yek fêm kiriye û ew dizanin bê ma Îran dê bersiva êrişekê çawa bide.

Beqayî li ser hedefgirtina keştiyeke Koreya Başûr a li Tengava Hurmizê jî diyar kir ku lêkolînên wan ên li ser mijarê didomin.