Biyanî ji Îran û Îsraîlê direvin: ‘Rola welêt ew e ku xema welatiyan bixwe’
Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Îran û Îsraîl di roja xwe ya 6an de gurtir berdewam dike.
Welat ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li Îran û Îsraîlê di nava liv û tevgerê de ne.
Hikûmeta Filîpînê hejmarek welatiyên xwe yên ku di nava şerê Îran û Îsraîlê de asê mabûn rizgar kir.
Ew roja sêşemê bi silametî gihîştin Balafirgeha Manilaya paytexta welatê xwe.
Hikûmeta Filîpînê hewl dide 17 welatiyên xwe yên din vegerîne ku li Balafirgeha Dubaiyê asê mane.
Wezîrê Karkerên Koçber ên Filîpînê Hans Leo Cacdac got:
“Ev planeke girîng a serok e ji bo alîkariya karkerên koçber ku ketine bin bandora şerê navbera Îsraîl û Îranê.
Em alîkariya darayî dikin û ev tiştekî baş e wekî destpêk mehek an du mehan meaşê bidin wan.”
150 karkerên din ên Filîpînî li Îsraîlê asê mane û hejmarek jî li Îranê, beşeke wan a zêde bê stargeh in û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Wezîrê Karkerên Koçber ên Filîpînê Hans Leo Cacdac da zanîn:
“Agahiya me heye ku hin karkerên koçber li malan dimînin stargehên wan nînin.
Şîreta me ji bo wan ew e ku xwe bigihînin stargeha herî nêzîk a ser bi dewletê da ku xwe veşêrin.”
Welat ji bo vegerandina welatiyên xwe pêşbaziyê li gel demê dikin.
Slovakya û Çekya yekem welat bûn ku welatiyên xwe ji Îsraîlê veguhastin.
Slovakyayê di geşta yekem de 73 kes vegerandin.
“Rola welêt ew e ku xema welatiyên xwe bixwe”
Wezîrê Karên Navxwe yê Slovakyayê Matus Sutaj anî ziman:
“Rola welêt ew e ku li derveyî axa Komara Slovakyayê jî bin xema welatiyên xwe bixwe.”
Rûsya û Çînê jî ji welatiyên xwe xwest ku yekser Îsraîl û Îran bi cih bihêlin.
Welatên Ewropayê hezaran welatiyên xwe ji wan du welatan birin lê ji ber asmanê Îsraîl, Sûriye, Îraq û Îranê girtî ye, piraniya xelkê li welatên Kendavê li balafirgehan asê mane.
Beşek jî welatên wan hewl didin wan bi rêya bejahî veguhêzin.
Ji 20 hezar karker û ziyaretkar û xwendekarên Pakistanî yên ku li Îranê bûn hinekan bi rêya xala sînorî ya Taftanê xwe rizgar kir.
Xwendekar Shafqat Khan got:
“Sê meh bûn li Zahîdanê bûm ji bo xwendinê lê niha ji ber şerê Îsraîl û Îranê rewş dijwar bûye.”
Birina derve ya welatiyan ji Îran û Îsraîlê erkekî giran e lê her ku diçe şerê navbera Îsraîl û Îranê berfirehtir dibe.