Îsraîlê dest bi êrişeke nû kir: Li nêzîkî balafirgehê dengê teqînan hat bihîstin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ku wan li Tehrana paytexta Îranê êrişên nû daye destpêkirin

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat gotin li ser Tehranê êrişên nû yên asmanî hatine destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê li herêma Tehranê cihên leşkerî yên Îranê bûne hedefa êrişan.

Ji aliyê din ve, li gorî agahiyan, li nêzîkî balafirgeha bajarê Kerecê yê nêzîkî Tehranê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Li gorî wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin lê ji aliyê rayedarên fermî ve hîn jî nehatine piştrastkirin, di êrişên Îsraîlê de herêma bakurrojhilatê Tehranê bûye hedef.

Dengên teqînan li bakurrojhilatê Tehranê hatine bihîstin lê li navenda bajêr nehat bihîstin.

Heta niha rayedarên Îranê derbarê êrişên nû yên asmanî yên li Tehranê ti daxuyanî nedane.

Şerê Îran û Îsraîlê

Berbanga 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî hinek baregehên leşkerî û atomî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di encama wan êrişan de gelek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên Îranê hatin kuştin.

Îranê wekî bersiva êrişê, operasyoneke bi navê "Soza Rast 3" li dijî Îsraîlê ragihand û bi çend qonaxan bi mûşekan êrişî wî welatî kir.