Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Me tedbîrên li ser sînoran zêde kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku wan ji ber şerê li Îranê li ser sînorên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro çû parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.

Yaşar Guler tevî hinek fermandarên pilebilind, li gel yekîneyên artêşa Tirkiyeyê yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê civiya.

Guler û fermandarên li gel wî, çavdêrî li ser çalakî û amadehiyên yekîneyên leşkerî yên li ser sînor kir û piştre li Fermandariya 6emîn a Sînor a li Elbakê civînek li dar xist.

Yaşar Guler amaje bi şerê di navbera  Îran û Îsraîlê de kir û got:

“Em rûdanên dawî yên li nêzîkî cografyaya me ji kêliya yekem ve bi baldarî dişopînin.

Em êrişên neyasayî yên ku Îsraîlê hefteya borî li dijî cîrana me Îranê dabû destpêkirin şermezar dikin.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê her wiha ragihand ku wan ji ber şerê li Îranê li ser sînorên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.

Yaşar Guler di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hinek tedbîrên li ser sînor û got:

“Ji ber ew bûyerên ku li nav cîrana me Îranê diqewimin, li ser sînorên me tedbîrên ewlehiyê hatine zêde kirin.

Eger em careke din bi bîr bînin ew sîstemên ewlehiyê yên ku me li se sînorên xwe danîne, ji bo gelek welatan bûne mînak.

Bila gumana ti kesê nebe ku em dê li dijî rûdanên ku ji niha û pê ve çêbibin jî sînorên xwe di asta herî bilind de biparêzin.

Bi tedbîrên ku her roj tên wergirtin, tenê ji destpêka îsal ve rê li ber derbasbûna 38 hezar û 835 kesan hatiye girtin.

2 hezar û 664 koçberên neyasayî û 83 endamên rêxistinên terorê yên ku li ser sînor hatine girtin, li gel 305 hezar û 618 kîlogram madeyên hişbir radestî hêzên ewlehiyê hatine kirin."