RAPIRSÎ - Gelo Îsraîlî piştgiriyê didin şerê bi Îranê re?

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Şer Rapirsî Zanîngeha Tel Evîvê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rapirsiyeke ku li Îsraîlê hatiye kirin, derxistiye holê ku ji sedî 73yê beşdaran piştgiriyê didin êrişên li Îran, û ji sedî 60,5 jî di wê baweriyê de ne ku divê êrişên li Xezeyê bi dawî bibin.

Enstîtuya Ewlehiya Neteweyî ya Zanîngeha Tel Evîvê, rapirsiyek bi rêya navenda lêkolînê ya iPanel di navbera 15-16ê Hezîranê de pêk anî.

Nêrînên 800 kesî Cihû û 151 kesên Ereb ên li Îsraîlê derbarê êrişên Îsraîlê yên li Îran û Xezeyê hatin pirsîn.

Ji sedî 73yê beşdarên rapirsiyê diyar kir ku ew piştgiriyê didin êrişên Îsraîlê yên li Îranê lê tenê ji sedî 18an diyar kir ku li dijî van êrişan in.

Piraniya kesên beşdarî rapirsiyê bûne anîn ziman ku sedema sereke ya êrişa li Îranê fikarên ewlehiyê ne.

Nêzîkî ji sedî 70yê beşdarî rapirsiyê bûne ji ber mezintirbûna şerê di navbera Îsraîl û Îranê de bi awayekî cidî yan jî qismî bi fikar in lê ji sedî 61 di wê baweriyê de ne ku tenê jiholêrakirina gefa atomî têrê nake, û divê rejîma li Îranê jî bê rûxandin.

Li hemberî vê ji sedî 28an ên beşdarî rapirsiyê bûne nema gefa atomî bes dibînin.

Derbarê kapasîteya atomî ya Îranê, ji sedî 49,5ê beşdaran di wê baweriyê de ne ku piştî êrişan dê ev gef bi rêjeyeke mezin ji holê rabe lê ji sedî 27,5an tam berevajî vê difikirin.

Ji sedî 60 dixwazin şerê li Xezeyê bi dawî bibe

Ji aliyekî din ve, rêjeya kesên ku di wê baweriyê de ne ku divê şerê li Xezeyê yê ku bi mehan e didome êdî bi dawî bibe.

Ji sedî 60,5ê kesên beşdarî rapirsiyê bûne dibêje ku divê şerê li Xezeyê bi dawî bibe.

Li aliyê din, raya giştî di wê baweriyê de ye ku şer dê di demeke kin de bi dawî nebe.

Piraniya kesên beşdarî rapirsiyê bûne diyar kir ku dê pevçûn herî kêm mehekê din bidome û eniya navxweyî jî tenê dikare 3 mehan din li hemberî barê şer bisekine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst