Rêveberiya Xweser: Bi vê hişmendiyê ti gav nayên avêtin

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Parêzgeha Hesekê li parlementoya Sûriyê Elî Cadan ragihand ku hikûmeta Sûriyê amade ye ligel Rêvberiya Xweser dest bi danûstandinan bike, bi mercê ku ew gotûbêj li jêr diruşma “Komara Erebî ya Sûrî û Artêşa Erebî ya Sûrî” be. Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser jî dibêje, bi vê hişmendiyê dê nikaribe ti gavan ber bi çareserkriina pirsgirêkan ve bavêje.

Piştî ku Serokê Sûriyê Beşar Esed duh sonda destûrî xwar, qonaxek û xuleke nû ya Esed bo 7 salên din destpê kir.

Piştî ku roja Şemiyê, 17yê Tîrmeha 2021ê Serokomarê Sûriyê Beşar Esed, sonda destûrî xwar, bi wê yekê qonaxeke nû ya serokatiya Esed destpê dike.

Ev yek di demekê de ye, ku rewşa Kurdan li wî welatê, ji berê aloztir û zehmetir bûye, û heta niha jî ti danpêdaneke destûrî bi hebûna gelê Kurd nîne, ku ji aliyê hejmarê ve, duyemîn pêkhateya wî welatî ye.

Derbarê pirsên girêdayî gelê Kurd li wî welatî, herwiha helwesta Rêveberiya Xweser ji daxuyaniyên nû yên Beşar Esed, berpirsên Rêveberiya Xweser helwesta xwe nîşan didin.

Serokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Telhet Yûnis dibêje: “Dixwaze li ser sîstema xwe û desthilatdariya xwe ya li Sûriyê daye meşandin berdewam be û hêj di wê fikrê de ye. Ji bo çareseriyeke demokratîk a Sûriyê ne amade ye. Hilbijartinên hatine kirin û daxuyaniyên hatine belavkirin ne di berjwendî û hêviyên gelê Sûriyê de ne.

Nûnerê Parêzgeha Hesekê li parlementoya Sûriyê Elî Cadan jî ragihand ku, hikûmeta Sûriyê amade ye ligel Rêvberiya Xweser dest bi gotûbêj û danûstandinan bike, bi mercê ku ew gotûbêj li jêr diruşma “Komara Erebî ya Sûrî û Artêşa Erebî ya Sûrî” be. Cadan herwiha dibêje ku, divê aliyên Kurdî li gorî yasayên Sûriyê erkên niştimanî reftar bikin.

Telhet Yûnis jî dibêje, bi vê hişmendiyê  dê nikaribe ti gavan ber bi çareserkriina pirsgirêkan ve bavêje û bêtir aloziyan derdixe.

Telhet Yûnis herwiha got: “Bi gotinên avakirina hikûmeteke nû pirsa li Sûriyê çareser nabe. Divê sîstem û zihniyeta heye were guhertin.”

Ev yek di demekê de ye ku gotegot derbarê nûdestpêkirina danûstandinan, di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de heye, ku ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweser amadebûna xwe ji bo diyalogê nîşan daye, bi mercê ku ew diyalog wan bigihîne encameke rasteqîne.