Îran li dijî nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Malpera fermî ya Îranê, razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi biryara Dadgeha Federalî weke 'xwederbaskirina ji pirsgirêk û qeyranan' bi nav dike û dibêje, ku nabe Ebadî bi sekinandina encamên referandumê razî be û diyar dike, ku dê wê gavê neçar be bikeve bin guvaşên nefermî yên Amerîkayê ji bo destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê.

 

Ajansa fermî ya Îranê ÎRNA li ser referanduma Herêma Kurdistanê mijarek nivîsandiye û têde amaje bi wê yekê dike, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzgirtina li raveya Dadgeha Bilind a Federalî bo madeya yek a destûrê, weke taktîkek ji bo derbasbûna vê rewşê bi kar aniye.

 

Herwiha ajansa ÎRNAyê nîgeraniya xwe ji wê yekê venaşêre ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku niha rijd e li ser hilweşandina encamên referandumê, cardin neçar be bikeve bin guvaşên nefermî yên Amerîkayê û ew rizamendiya destpêkê ya Kurdan a li ser biryara Dadgeha Federalî û herwiha sekinandina encamên referandumê ji bo destpêkirina gotûbêjan were danîn û cardin him Kurd ji pirsgirêkan dê derbas bibin û him jî Ebadî ji bin guvaşa aliyên siyasî dê rizgar bibe.

 

Li ser vê nêrîna ajansa fermî ya Îranê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî destnîşan dike: “Me her dem tekezî li ser gotûbêjan kiriye. Pirgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî bi siyaseta navxweyî ya Iraqê re girêdayî ye, neku destwerdana xelkên din.”

 

Li gor şirovekaran, belavkirina mijareke bi vê şêweyê li ajansa fermî ya Îranê û bi navê ajansê, siyaseta Komara Îslamî ya Îranê li hember Herêma Kurdistanê nîşan dide.

 

Şirovekar Behroz Şucaî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî 16ê Cotmehê, Amerîka û welatên Ewropayê tekezî li ser encamdana gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê dikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend car amadebûna xwe ya ji bo gotûbêjan ragihand, lê Bexda heta niha bersivek nedaye ji destpêşxeriya Hewlêrê re.”