Banga 750 saziyên Amedê: Ji bo Kurdî êdî dema statuyê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî 750 sazî platform û partiyên siyasî li Amedê kom bûn.
Saziyên zimanê Kurdî û civaka sivîl bi yek dengî xwest ku Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.
Çalakî li ber Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) hat lidarxistin û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta "Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî" hat vekirin.
Hevberdevka Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partiyê, Cemîle Turhalli Balsak, di daxuyaniyê de axivî û xwest ku gavên li gorî ruhê pêvajoyê bên avêtin.
Cemîleyê di berdewamiyê jî de got, "Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, divê serestkirinên qanûnî bên kirin.
Dewleta ku bi salan e êrişî Kurdî dike, divê dev ji van êrişan berde.
Divê sansûra li parlamentoyê jî tavilê bi dawî bibe û pêwîst e dewlet bi lez gavan biavêje.”
Piştî axaftinan, deklarasyona hevpar bi sê zimanan hat xwendin.
Nivîsa Kurmancî ji aliyê Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê Heval Dilbahar a Kirmanckî (Zazakî) ji aliyê Birêvebira Enstîtuya Kurd a Amedê Suzan Vejan û ya Tirkî jî ji aliyê Hevserokê Şaxa OHDyê ya Amedê Muhîttîn Muguç ve hat xwendin.
Naveroka deklarasyonê
Di deklarasyonê de hat teqezkirin ku hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî mafên wekhev in.
Di berdewamiya deklerasyonê de wiha hat gotin,“Tunehesibandin, qedexekirin, bişavtin û hewldanên jiholêrakirina zimanê Kurdî sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.
Divê zimanê Kurdî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna wê li hemû qadên jiyanê azad û serbest be.”
Di deklarasyonê de ev pênc daxwazên sereke hatin rêzkirin:
- Zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu.
- Zimanê Kurdî ji baxçeyê zarokan heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.
- Navên hemû cihên ku bi eslê xwe Kurdî ne û hatine Tirkîkirin, cardin bibin Kurdî.
- Hemû astengiyên yasayî yên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin.
- Nasnameya Kurdan di destûrê de bê parastin da ku azadiya ziman mayînde be.
Banga li dewletê
Di deklarasyonê de bang li rayedarên Komara Tirkiyeyê hat kirin û wiha hat gotin,“Em daxwaz dikin ku van daxwazên me yên mirovî di destûr û yasayên xwe de qebûl bikin û ji bo pêkanîna wan hemû pêwîstiyên hiqûqî û siyasî bi cîh bînin.”