Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser Peymana 10ê Adarê got, "Em naxwazin rêyên leşkerî bi kar bînin lê sebra me diqede."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji TRT Worldê re axivî û rûdanên li Sûriye û Rojvayê Kurdistanê nirxandin.
Hakan Fîdan debarî Peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê jî axivî û diyar kir ku ew ji leza pêvajoyê ne razî ne û HSD hewl dide demê qezenc bike û got:
"Em, Sûriyeyî û hinek hevparên din, ez naxwazim navên wan bidim, bi komî difikirin ku HSD hewl dide demê qezenc bike.
Li gorî min, ew hêviya derfetên din dikin, belkî bi awayê krîzeke din a herêmî yan jî ji ber polîtîkayên berfirehbûnê yên Îsraîlê yên li ser Sûriye û deverên din.
Ji ber vê yekê, tiştê baş ew e ku hevparên me yên Amerîkî baş dizanin ku divê ev pêvajo temam bibe, çimkî ev ji bo yekîtiya welêt gelekî girîng e."
"Em dixwazin kar bi diyalogê çareser bibin"
Fîdan diyar kir ku ji bilî HSDyê hemû komên li Sûriyeyê girêdayî Wezareta Parastinê bûne û wiha axivî:
"Wekî hûn dizanin, her hêmaneke mixalefeta Sûriyeyê, komên çekdar, ji bilî HSDyê, niha girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ne.
Berê komên cuda hebûn û her tim ne di bin yek fermandarî û kontrolê de bûn. Lê niha wan qebûl kir ku bikevin bin fermandariya Wezareta Parastinê.
Ev ji bo yekîtiya neteweyî pir girîng e çimkî di dewletekê de nabe du sê pêkhateyên çekdar ên cuda hebin ku hesab didin otorîteyên cuda.
Di rewşeke wiha de behsa yekîtî û serweriyê nayê kirin. Loma ev gelekî girîng e û her kes vê fêm dike lê em tenê hêvî dikin ku kar bi rêya diyalog, dan û standin û rêyên aştiyane bên çareserkirin."
"HSD sebra me diqedîne"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku ew naxwazin rêbazên leşkerî bi kar bînin û got:
"Em naxwazin ku em careke din neçar bimînin serî li rêyên leşkerî bidin. Lê divê HSD fêm bike ku sebra aktorên pêwendîdar diqede.
Divê bên wê astê ku pêbendiyên xwe yên ji bo Peymana 10ê Adarê bi cih bînin.
Her kes li bendê ye ku ew vê peymanê bê derengxistin û bêyî berevajîkirin pêk bînin.
Çimkî em naxwazin ji vê peymanê dûrketinê bibînin.
Di dawiyê de, hûn dizanin, hevparên me yên Sûriyeyî yên li Şamê jî dibînin ku ev ji bo yekîtiya wan a neteweyî gaveke pir girîng e.
Bi wateyekê ez geşbîn im. Ez hêvî dikim eger em taktîk, teknîk û awayên rast ên hevkariyê bi kar bînin, ez difikirim ku em dê bigihîjin armancê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse