Şervanên HSDê bajarê Kerame kontrol kirin
Navenda Nûçeyan - Hêzên HSDê beşek ji bajarê Kerame yê ser bi Reqayê ve kontrol kirin.
Operasyona Xezeba Firatê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ber bi Reqayê ve û bi piştevaniya Amerîkayê berdewam e.
HSDê di van çend rojên dawî de bi dehên gund û wêstgehên elekterîkê ji dest DAIŞê derxistine, tenê niha li gorî çavkaniyên HSDê, ew 20 km ji aliyê rojhilat ve, ji Reqayê dûrin.
Medyaya ser bi Odeya Operasyona Hêrsa Feratê, ragihand ku hêzên wan di berdewamiya qonaxa sêyem ya kontrolkirina Reqayê de, beşekê mezin ji bajarê Kerame kontrol kirine.
Di heman demê de şerekî giran jî, di navbera Artêşa Sûriyê û DAIŞê de ,li Dêrazorê diqewime.
HSD operasyona Xezeba Firatê ber bi Reqayê ve bi piştevaniya firoke û komando û pisporên Amerîkayê bi pêşve dibe, bi dehên gund û wêstgehên Tirên û elekterîkê HSD ji dest DAIŞê kontrol kirin.
Bi gotina fermandarên HSDê wan niha Reqa ji hemû aliyan ve dorpêç kiriye,heman çavkaniyan danzanîn ku wê operasyona kontrolkirina Reqa bi piştevaniya Amerîkayê bi hêsanî birêve biçe, li gorî çavkaniyên HSD ew niha 20 km tenê ji Reqayê ji aliyê rojhilat ve dûrin,piştî ku bajarokê Keramê yê Sitratîjîk ji dest DAIŞê kontrol kirin
Şervanekî HSDê dibêje: “Piştî ku me (HSD) Til Elmixaya rojava kontrol kir, me gundê Kiçlê jî bi piştevaniya firokeyên hevpeymaniyê ji DAIŞ stand, em niha gund ji DAIŞê paqij dikin û bi pêş ve diçin.”
Piştî ku Amerîkayê hemû pir û rêyên lojistîkî di nava û derdora bajarê Reqayê de wêran û qut kir, piraniya fermandarên DAIŞê ji Reqayê ve berê xwe dan Dêrazorê,di heman dema ku HSD pêşkeftinan bi piştevaniya firokeyên hevpeymaniyê bidest xweve tînin.
Şervanekî din ê HSDê dibêje: “Morala me gelekî bilindin,em bi pêşve diçin,nêzîk emê reqayê kontrol bikin.”
Li Dêrazorê DAIŞê qonaxa duyem a operasyona kontrolkirina vî bajarî bi tevahî li dijî Artêşa Sûriyê dest pê kir.
Li taxên Hewîqe û Rişdiye yên bajarê Dêrazorê şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û Artêşa Sûriyê de heye. Herwiha li devera Goristanan û Hewîcit Siger şerê bi çekên giran ên weke Duçka û topxaneyê di navbera herdu aliyan de diqewime.
Çavdêrên rewşa Sûriyê dibêjin, ku ew yek tê wê watayê ku DAIŞ dixwaze hemû giraniya xwe di nava Dêrazorê de kom bike, piştî ku ketina her du bajarên Mûsil û Reqayê nêzîk bûye.