Erebistana Siûdî hişyarî da Îranê: Sînorên sebira me hene

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan ragihand ku binpêkirina berdewam a mafên cîrantiyê ya ji aliyê Îranê ve baweriya herêmî û navneteweyî bi temamî tune kiriye.

Bin Ferhan hişyarî da û got, "Sebira Erebistana Siûdî ne bêsînor e, eger em biryarê bidin em xwedî wê hêzê ne ku bersivê bidin."

Mîr Feysel bin Ferhan Al Suûd, piştî Civîna Wezîrên Karên Derve yên Welatên Ereb û Îslamî ya li Riyadê di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş de axivî.

Wî "êrişên tawanbar" ên Îranê yên li dijî Erebistana Siûdî û welatên Konseya Hevkariyê ya Kendavê bi zimanekî tund şermezar kirin.

“136 welat li dijî êrişên Îranê ne”

Bin Ferhan diyar kir ku êriş binpêkirineke eşkere ya peymanên navneteweyî ne û wiha got:

"Tehranê ev helwesta êrişkar ji berê ve plan kiriye. Ev berdewamiya tomara wê ya dîrokî ye ku li ser piştgirîkirina milîsan û zextê hatiye avakirin."

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî daxuyand ku 136 welatan piştgirî daye vê helwesta Erebistana Siûdî û cîhana Îslamî û banga rawestandina demildest a êrişên Îranê kirine.

“Çi pêwendiya parzûngehê bi hedefa leşkerî re heye?”

Wezîrê Siûdî parastina Îranê ya ku dibêje "em tenê baregehên Amerîkayê yên li herêmê dikin hedef" red kir û ev pirs kir:

"Angaştên Îranê bêbingeh in û ti kesê ku rastiyên li qadê dibîne ji vê bawer nake.

Gelo armanca leşkerî ya lêdana parzûngeheke petrolê yan qadên petrolê yên li Riyadê çi ye?

Ev êriş rasterast binesaziya sivîl, balafirgeh û benderan dikin hedef."

“Êrişa li ser Hurmizê li welatên xizan dixe”

Bin Ferhan destnîşan kir ku gefên li ser ewlehiya deryageriyê yên li Tengava Hurmizê û Kendava Besreyê aboriya cîhanê dihejînin.

Wî diyar kir ku bi taybetî têkçûna zincîra dabînkirina gubreyê kîmyewî, ewlehiya xwarinê ya li welatên pêşdikevin û xizan dixe metirsiyê.

“Welatên Îslamê didin ber bombeyan”

Bin Ferhan bal kişand ser nakokiya di navbera gotara Tehranê ya "parastina mafên cîhana Îslamî" û kiryarên wê de û wiha axivî:

"Îran li aliyekî angaşt dike ku ew ji bo pirsgirêjên cîhana Îslamî şer dike lê li aliyê din çawa dikare êrişî welatên Îslamê yên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat, Îraq, Libnan û Sûriyeyê bike?

Ev helwest dê tenê bibe sedema kûrbûna îzolasyona siyasî ya Tehranê."