19 ROJ ŞER - Amerîka û Îsraîl êriş dikin, Îran gefan dixwe

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Komara Îslamî ya Îranê 19 roj li pey xwe hiştin û li asoyê ti nîşanên sivikbûna şer nînin.

Amerîka û Îsraîlê roja çarşemê û berê sibeha pêncşemê (doh û îro) êrişên xwe yên li ser saziyên gazê, baregehên mûşekan û cihên mayîna berpirsên Îranê xurt kirin.

Artêşa Îsraîlê şeva çarşemê ragihand ku wan cara yekem hinek armancên li bakurê Îranê bombebaran kirine.

Her wiha Îranê êrişa xwe ya 63yan bir ser Îsraîlê.

Tehran û Kerec

Hinek niştecihên Tehranê li ser torên civakî belav kir ku wan piştî saet 23:00yên şeva borî dengê balafir û teqînan li nav bajarê Tehranê bihîstiye.

Li gorî gotinên wan, dengê bombebaran û teqînan herî zêde li tax û kolanên Seyid Xendan, Narmek, Nîlufer, Mêhran, Cenetabad, Ekbatan, Seadetabad, Yûsifabad, Mecîdiye, Welincek, Tehranpars û Herewiyê bûye.

Bombebarana li ser nav bajarê Tehranê heta berê sibeha pêncşemê (19ê Adara 2026an) berdewam kir.

Her wiha berê sibeha pêncşemê li bajarên Baqirşehr û Şehrî Rey ên parêzgeha Tehranê bi balafiran êrişî çend cihan hat kirin.

Berê sibeha îro li nav bajar û derdora Kereca navenda parêzgeha Elburzê jî gelek cih bûn armanc.

Nîvê şeva çarşemê, herî kêm çar cih li nav bajar û derdora bajarê Qudsê yê nêzîkî Tehranê hatin bombebarankirin.

Parêzgeha Gîlanê

Şeva çarşemê li bajarên Reşt û Bender Enzeliyê yên parêzgeha Gîlanê ya li bakurê Îranê, hinek baregehên leşkerî hatin bombebarankirin.

Medyayên fermî yên Îranê dibêjin, Amerîka û Îsraîlê li nav cihên niştecihbûnê yên sivîlan çend xal kirine hedef.

Lê Qaymeqamê Bender Enzeliyê Mihemedsalih Ziyayî dibêje, bi mûşekan li avahiyên Birêvebiriya Giştî ya Gumrukê, Rêxistina Kar û Barên Benderan û Rêxistina Deryavanî û Keştiyê hatiye xistin.

Qaymeqamê Reştê Îsmaîl Mîrxezanferî ji medyaya Îranê re ragihand ku li nav bajarê Reştê bombebaran çênebûne.

Artêşa Îsraîlê şeva çarşemê eşkere kir ku di 24 saetan de li rojava û navenda Îranê êrişî zêdetirî 200 armancan kiriye ku baregehên mûşek û dronan jî di nav wan de ne.

Her wiha da zanîn ku wan cara ewil êrişî hinek hedefên li bakurê Îranê kiriye.

Parêzgeha Farsê

Li bajarê Larê yê navenda parêzgeha Farsê, avahiya dadgehê û otomobîlek li nêzîkî dadgeha bajêr hatin bombebarankirin.

Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê dibêje ku ew otomobîla hatiye bombebarankirin ambulans bûye.

Li gorî rapora Birêvebiriya Dadê ya Parêzgeha Farsê, di encama wê êrişê de 14 kes hatine kuştin û 50 kes jî birîndar bûne ku du ji yên kuştî dadwer bûne.

Rêxistinên mafên mirovan belav kir ku yek ji kuştiyan, dadwerê vekolînê yê dadgeha Larê yê bi navê Mihemed Xusrewanî ye.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, li derveyî bajarê Larê depoyeke sotemeniyê jî hatiye bombebarankirin. Nîvroya çarşemê li bajarê Şîrazê jî gelek cih bûn armanc.

Baregehên mûşekan ên Tengava Hurmizê

Amerîkayê doh, bi bombeyên “çeperşikên” hinek baregehên mûşekan ên Îranê yên li nêzîkî Tengava Hurmizê bombebaran kirin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku mûşekên kruz di wan baregehan de hebûne û ew mûşek li ser ewlehiyê metirsî bûn û li ser keştiyên navneteweyî yên di wê rêya avî ya stratejîk de gef bûn.

Her wiha nêzîkî saet 23:00yan (bi dema Tehranê) li derdora bajarê Mînabê yê parêzgeha Hurmizganê ya li başûrê Îranê çend cih hatin bombebarankirin.

Parsa Başûr: Dilê enerjiya Îranê

Di roja 19an a şer de, Îsraîlê saziya herî mezin a hilberîna gazê ya Îranê kir hedef.

Nêzîkî saet 14:00an (roja çarşemê-doh), saziyên Parsa Başûr û Asaluyeyê yên li parêzgeha Bûşehrê ya başûrê Îranê hatin bombebarankirin.

Herêma gazê ya Parsa Başûr wekî dilê enerjiya Îranê û Asaluye wekî navenda hilberîn û birêvebirina çavkaniyên wê herêma gazê tê dîtin.

Parsa Başûr yek ji parzûngehên herî mezin ên gaza cîhanê ye û li Îranê cihê sereke yê hilberîna gazê ye.

Ji bilî dahata zêde, beşa herî mezin a wê gaza ku ji bo berhemên navxweyî û di sektorên cuda de tê bikaranîn û beşa herî mezin a wê gaza ku ji bo hilberîna elektrîkê tê veqetandin, ji wê derê tê dabînkirin.

Kompanyaya Gaza Îranê diyar kir ku di encama êrişê de zerer gihîştiye beşeke yekeyên parzûnkirinê yên saziyên gaza Îranê yên li başûr lê zererên canî yên êrişê çênebûne.

Kompanyaya Gaza daxuyand ku hilberîna gazê di wan saziyan de berdewam dike û pirsgirêka kêmbûna gazê rû nedaye û dê zû rewş asayî bibe.

Sonda tolhildanê

Komara Îslamî ya Îranê li hemberî bombebarankirina Parzûngeha Parsê, ragihand ku ew dê êrişî saziyên petrolê yên Îsraîl û Amerîkayê yên li herêmê bikin.

Berdevkê Navenda Xatemul Enbiyayê ya Supaya Pasdaran daxwaz ji sivîlan kir ku ji saziyên petrolê yên Îmarat û Erebistana Siûdî dûr bikevin.

Ji aliyê din ve Donald Trump ragihand ku eger Îran êrişî parzûngehên gazê yên Qeterê bike, ew dê Parzûngeha Parsê bi temamî wêran bikin.

Supaya Pasdaran ragihand ku wan şeva borî êrişa xwe ya 63yan biriye ser Îsraîlê.