Fîdan: Berpirsê şer Îsraîl e, êrişên Îranê yên li ser herêmê xelet in

2 demjimêr berê
RÛDAW
Hakan Fîdan û Ebdulrehman Al Sanî\ Wêne: AA
Hakan Fîdan û Ebdulrehman Al Sanî\ Wêne: AA
Nîşan Qeter Ebdulrehman el Sanî Hakan Fîdan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li gel hevtayê xwe yê Qeterê Ebdulrehman el Sanî di konferana rojnamegeriyê de axivî.

Fîdan ragihand ku ew bi Amerîka û Îranê re di nav dan û standinan de ne da ku şer raweste.

Hakan Fîdan di çarçoveya tûra xwe ya Welatên Kendavê de piştî Erebistana Siûdî çû Qeterê.

Fîdan li Dohayê bi Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Ebdulrehman el Sanî re civiya.

Fîdan diyar kir ku Qeter dema navbeynkarî dikir rastî êrişan hat û got:

"Em êrişên li ser binesaziya sivîl û jiyana xelkê şermezar dikin. Ti hincetên van êrişan nînin. Tirkiye her tim li gel Qeterê ye."

"Berpirsê şer Îsraîl e"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser sedema krîzê û wiha domand:

"Berpirsê yekem ê vî şerê ku herêma me xistiye nav krîzeke nedîtî Îsraîl e. Îsraîlê bi provokasyonên xwe herêm veguherand qadeke mezin a şer û aramiya cîhanê xera kir."

Fîdan derbarê helwesta Îranê de jî got, "Êrişên Îranê yên li ser welatên herêmê xelet in.

Em êrişên bêhincet ên li ser welatên herêmê qebûl nakin. Divê Îran bi lez van êrişan rawestîne."

"Êrişa li ser Reis Lafanê dê bandorê li cîhanê bike"

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê el Sanî jî daxuyand ku divê şer bi lez bisekine.

Ebdulrehman el Sanî bal kişand ser êrişa Îranê ya li ser navenda hilberîna gaza siruştî (LNG) ya Reis Lafanê (Ras Laffan) û wiha axivî, "Bendera Reis Lafanê çavkaniya debara xelkê Qeterê ye.

Êrişa li ser vê derê dê bandorê li bazara enerjiya cîhanê bike."

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê tekez kir ku xisara madî dê were qerebûkirin lê canê mirovan venagere."

Ebdulrehman el Sanî her wiha diyar kir ku Qeter mafê xwe yê bersivdayînê diparêze û spasiya piştgiriya Tirkiyeyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst