Fûad Mehsûm ji Esed re peyam şand

Hewlêr (Rûdaw) – Bi helkefta Roja Serxwebûna Sûriyê, serokê 10 welatên cîhanî peyama pîrozbahiyê ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re şandin û yek ji wan jî Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm e.


Serokatiya Komara Sûriyê roja Sêşemê 18-04-2017, li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Facebookê eşkere kir, ku bi helkefta Roja Serxwebûna Sûriyê û rizgarbûna ji bin desthilata Fransayê, serokê 10 welatên cîhanê nameya pîrozbahiyê ji Beşar Esed re şandine.

 

Li gorî vê daxuyaniyê serokên Iraq, Rûsya, Cezayîr, Tirkmenîstan, Lubnan, Kûba, Hîndîstan, Koreya Bakûr, Efrîqa Başûr û Endonezyayê pîrozbahî li Esed kirine.

 

Serokatiya Komara Sûriyê diyar dike, serokên van welatan hêvî xwestine, ku ewlekarî û aramî vegere Sûriyê, ev rewşa bi qeyran were derbaskirin. Herwiha tekeziya dostanî û hevkariya welatên xwe ya ligel Sûriyê kirine.

 

Piştî destpêkirina serhildanên gel û şerê navxwe yê Sûriyê, Beşar Esed bi kuştin û koçberkirina bi sed hezaran kesan tê tometbarkirin. Ji ber vê yekê piraniya welatên cîhanê pêwendiyên xw eligel hikûmeta Esed birîne û desthilata wî ne rewa dibînin.