Ji bidawîhatina agirbestê re 4 roj man: Îran pêşniyara Amerîkayê dinirxîne

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tengava Hurmizê Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê ragihand ku wan ji Amerîkayê pêşniyareke nû ya peymanê wergirtiye û dest bi nirxandina metnê kiriye.

Tehranê tekez kir ku kontrola li ser Tengava Hurmizê dê heta şer bi temamî bi dawî bibe didome.

Di daxuyaniya fermî ya roja Şemiyê de hat diyarkirin ku pêşniyara nû bi rêya Sererkanê Pakistanê Asim Munîr hatiye gihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komara Îslamî ya Îranê niha li ser van pêşniyaran dixebite lê hîn ti bersiv nehatine dayîn."

Konseyê li ser helwesta şandeya dan û standinan peyameke tund ji Washingtonê re şand û got:

"Şandeya Îranê di hevdîtinan de dê ti tawîz an jî nermiyan nîşan nede.

Ew dê bi hemû hêza xwe parastina berjewendiyên miletê Îranê bidomîne."

Tengava Hurmizê: "Kontrola tund û bac"

Birêvebiriya Îranê wekî bersiv li dijî dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê, Tengava Hurmizê ducare xist bin kontrola tund.

Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî rênimayên nû yên li ser statuya tengavê bi bîr xistin û diyar kir ku vekirina "bi şert û sînordar" a tengavê tenê bi "belgeya derbasbûnê" ya ku dê ji Tehranê were wergirtin pêkan e.

Her wiha hat ducarekirin ku divê keştiyên ku tengavê bi kar tînin li beramberî xizmetên ewlehî, selimandina deryavaniyê û parastina jîngehê "bacê" bidin.

Ev daxwaz piştî hişyariya tund a Serokê Amerîkayê Donald Trump a bi rengê "Îran nikare di ser Hurmizê re bacê bistîne" balê dikişîne.

Ji agirbestê re 4 roj man

Dema ku Sererkanê Pakistanê Asim Munîr hewl dide aliyan ji bo gera duyem a dan û standinan îqna bike; ji bo bidawîhatina agirbesta du hefteyî tenê 4 roj man.

Gera yekem a hevdîtinên li Îslamabadê ji ber israra Amerîkayê ya li ser rawestandina dewlemendkirina uranyumê ya ji bo 20 salan û redkirina Îranê ya ji bo radestkirina uranyuma dewlemendkirî xitimîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst