Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê ragihand ku qonaxa dîzaynên destpêkê yên projeya Rêya Bipêşketinê temam bûye û wan dest bi qonaxa dîzaynên hûrgilî kiriye.
Wî her wiha diyar kir ku ev proje dê Îraqê bike navendeke girîng a aborî ya navneteweyî.
Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysam Safî îro ji Rûdawê re axivî.
Meysam Safî diyar kir ku ji bo projeya Rêya Bipêşketinê gavên mezin avêtine û got:
"Qonaxa dîzaynên destpêkê yên projeyê temam bûye û niha em derbasî qonaxa dîzaynên hûrgilî bûne.
Karên li ser rêyên bejahî û xetên trênê bi lez û bi pêşketineke berçav bi rê ve diçin."
Meysam Safî derbarê şêwazê birêvebirina projeyê jî ragihand ku hikûmet pişta xwe bi wan lêkolîn û stratejiyên dispêre ku ji aliyê kompanyaya Oliver Wymanê ve hatine amadekirin.
Di van lêkolînan de hûrgiliyên birêvebirinê, binesaziya xetan û derfetên hilbirînê hatine diyarkirin.
"Şûngira Tengava Hurmizê ye"
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja înê li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê gotarek pêşkêş kir û di beşekî gotara xwe de qala girtina Tengava Hurmizê ya ji 28ê Sibatê ve kir.
Erdogan projeya Rêya Bipêşketinê wekî şûngira Tengava Hurmizê bi nav kir û got:
"Em dibînin ku şer wisa kiriye ku welatên cîran ji bo gihandina çavkaniyên xwe yên wizeyê bo bazarên navneteweyî, bi leztir li cîgirekî bigerin.
Em wekî Tirkiyeyê di warên wize û pêwendiyan de bi rêya dîtin û projeyên wekî Rêya Bipêşketinê, li gel welatên cîran amadeyî hevahengiyê ne û ez dixwazim ev yek bê zanîn."
Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê behsa girîngiya jeopolîtîk a projeyê kir û got:
"Rêya Bipêşketinê ne tenê korîdoreke aborî yan lojîstîkî ye, ew sîstemeke berfireh e ku cihê Îraqê di navenda hevkêşeyên aborî yên navneteweyî de ji nû ve dadirêje û roleke bibandor dide welêt di girêdana welatên Rojhilatê bi Rojava ve."
Bendera Fawê ber bi dawiyê ve diçe
Berdevkê Wezareta Veguhastinê diyar kir ku li Bendera Fawê sê projeyên sereke yên binesaziyê temam bûne ku ew jî ev in:
Pênc cihên sekinandina keştiyan, kanala deryayî û rêya girêdanê ya bi dirêjiya 62 kîlometreyan.
Meysam Safî da zanîn ku karên li "Qada Konteyneran" gihiştine qonaxa dawî û ragihand ku rêjeya bicihkirina karên Qada Konteyneran ji sedî 98 derbas bûye.
Meysam Safî got ku proje ne tenê rê û bender e, ew avakirina herêmeke pîşesaziyê li çend parêzgehan û bajarekî pîşesazî yê mezin li Fawê li xwe digire, her wiha girêdana çend balafirgehan bi vê sîstemê ve jî heye.
Meysam Safî ragihand ku ev proje dê bibe wesîleya avakirina binkeyeke bihêz ku veguhastin, pîşesazî û xizmetguzariyên lojîstîkî bi hev ve girê dide û "asoyên nû ji bo pêşvebirina aboriya navxweyî vedike."
17 milyar dolar
Rêya Bipêşketinê dê 1200 kîlometre be, ji Bendera Fawê ya li Besrayê dest pê dike û ji sînorê Pêşabûrê re derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibe.
Lêçûna projeyê 17 milyar dolar e û hikûmeta Îraqê dixwaze hevdem li gel xetê, boriya veguhastina enerjiyê jî hebe û dê di sala 2050î de temam bibe.
Tê pêşbînîkirin ku salane dahata wê bigihe 4 milyar dolaran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse