Raya giştî ya Îsraîlê bûye du beş: Şer bidome yan raweste?

Tel Evîv (Rûdaw) - Li Îsraîlê li ser mijara rawestandin an berdewamkirina şer raya giştî bûye du beş.

Di demekê de ku Îsraîl xwe ji bo bîranîna leşkerên xwe yên kuştî amade dike, li Tel Evîvê pêleke nû ya xwenîşandanan dest pê kir.

Bi hezaran kes herikîn Qada Habîmayê û ji Serokweîzrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hikûmeta wî daxwaza lêpirsînê dikin.

Bi dîtina xwenîşanderan, hikûmet welêt ber bi felaketê ve dibe.

"Netanyahu tenê zererê dide me"

Welatiya Îsraîlî Raphaelle Pneinayê nêrîna xwe wiha anî zimên:

"Ez her hefte li vir im û heta ev hikûmet neçe, ez dê her bêm. Em di wê baweriyê de ne ku serokwezîrê me tenê zererê dide me.

Ew alîkariya me nake, civaka me ji hundur ve hildiweşîne û têkiliyên me yên bi Ewropa û Amerîkayê re xera dike.

Em ti sedeman nabînin ku ew ev qasî salan li ser desthilatê bimîne."

Xwenîşander Netanyahu bi wê yekê tohmetbar dikin ku ew şer wekî amûrekê bi kar tîne da ku li ser desthilatê bimîne û ji dozên hiqûqî yên ku dibe wî bişînin zindanê, bireve.

Peymana agirbestê û bertekên navxweyî

Di heman demê de, peymana agirbesta Libnanê ya ku bi çavdêriya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat îmzekirin, bûye cihê rexneyên tund ên niştecihên bakurê welêt.

Ew bawer dikin ku hikûmetê ew paşguh kirine.

Li gorî rapirsiyeke Peymangeha Demokrasiyê ya Îsraîlê, ji sedî 80yê Yahudiyên Îsraîlê daxwaza berdewamkirina şerê li dijî Hizbulahê dikin.

Ev rêje di nav Erebên Îsraîlê de tenê ji sedî 19 e.

"Em hemû hêjayî bersivan in"

Çalakvan Lee Hoffman Agivê jî got, "Ez îşev li vir im, berî her tiştî ji bo piştgirîkirina wan malbatan e ku ezîzên xwe di 7ê Çiriya Pêşîn de û ji wê demê ve di vî şerê bêdawî de winda kirine, yê ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu bi rê ve dibe.

Xelkê li vir daxwazê ji vê hikûmetê û hikûmeta bê dike ku lêkolînê li ser tiştên 7ê Çiriya Pêşîn û piştî wê çêbûne bikin çimkî em hemû hêjayî bersivan in."

Xwenîşandanên dijî Netanyahu di demekê de tên lidarxistin ku li gorî encamên rapirsiya Kanala 12an a Îsraîlê, eger niha hilbijartin werin kirin, Netanyahu dê ji hevrikên xwe zêdetir dengan bi dest bixe.

Lê belê, piraniya beşdarên rapirsiyê di wê baweriyê de ne ku nabe ew careke din bibe serokwezîrê welêt.