Deriyê Sînorî yê Rebîayê piştî 12 salan tê vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Rebîayê yê bi Sûriyeyê re dê piştî 12 salan sibe careke din were vekirin.
Birêvebirl Nahiyeya Rebîayê diyar kir ku vekirina derî dê ji bo xelkê Rebîayê û derdorê gelek derfetên kar biafirîne.
Alîkarê Parêzgarê Nînowayê Gezwan Dawidî ji Rûdawê re ragihand ku biryar e sibe Deriyê Rebîayê yê bi Sûriyeyê re were vekirin û got:
"Di merasîma vekirinê de, Birêvebirê Giştî yê Deriyên Sînorî û Parêzgarê Nînowayê dê amade bin."
"Şahdemareke girîng a aboriyê ye"
Hevdem Birêvebirê Nahiyeya Rebîayê Fewaz Meşhan ji Rûdawê re ragihand ku dê sibe derî bê vekirin lê hîn jî karkirina li derî didome.
Fewaz Meşhan got, "Ev derî şahdemareke girîng a aboriyê ye ji bo welêt.
Ji ber nêzîkbûna Tirkiyeyê ya ji vî derî, ew me bi Sûriye û Tirkiyeyê ve girê dide."
Birêvebirê Nahiyeya Rebîayê amaje bi wê yekê jî kir ku derî dê bibe çavkaniyeke dahatê û wiha domand:
"Vekirina derî pêwendiyên civakî yên di navbera Sûriye û Îraqê de xurt dike.
Her wiha dê bibe sedema afirandina hinek derfetên kar ji bo xelkê nahiyeya Rebîayê û herêmê."
Aliyê Sûriyeyê jî amade ye
Li aliyê din, Berpirsê Ragihandinê yê Birêvebiriya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê Muşîr Remah ji Rûdawê re ragihand ku roja 20ê Nîsanê, Deriyê Sînorî yê Yeirûbiyeyê (Til Koçer) bi fermî tê vekirin.
Muşîr Remah got, "Hemû amadekariyên teknîkî û ewlehiyê ji bo karkirina derî temam bûne."
Deriyê Rebîayê 120 kîlometreyan ji bajarê Mûsilê, navenda parêzgeha Nînowayê dûr e.
Ji 20ê Kanûna Paşîn a îsal ve, aliyê Sûriyeyê yê derî ketiye destê Artêşa Ereban a Sûriyeyê.
Ew derî berê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû.
Deriyê Sînorî yê Rebîayê ku li aliyê Rojavayê Kurdistanê wekî Til Koçer (li Sûriyeyê wekî Yeirûbiye) tê naskirin, ji sala 2014an ve piştî êrişên rêxistina DAIŞê yên li parêzgeha Nînowayê û kontrolkirina herêmê, bi fermî li ber çûn û hatina bazirganî û geştiyariyê hatibû girtin.