Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê beriya salvegera 78emîn a damezrandina dewletê, amarên nû yên nifûsê belav kirin.
Li gorî rapora ku Buroya Amarên Navendî ya Îsraîlê (CBS) weşandiye, nifûsa welêt li gorî sala borî ji sedî 1,4 zêde bûye.
Bi vî awayî nifûsa Îsraîlê gihiştiye 10 milyon û 244 hezar kesî.
Li Îsraîlê çend Ereb dijîn?
Li gorî belavbûna etnîkî û olî ya di raporê de, pêkhateya nifûsa Îsraîlê wiha ye:
Nifûsa Yahudiyan: 7 milyon û 790 hezar kes in û ji sedî 76ê nifûsê pêk tînin.
Nifûsa Ereban: 2 milyon û 157 hezar kes in û ji sedî 21,1ê nifûsê pêk tînin.
Komên din: Xirîstiyan û kesên din ên ku nakevin ti kategoriya dînî 296 hezar kes in.
Ew jî ji sedî 2,9ê nifûsê pêk tînin.
Li gorî van amaran nifûsa Îsraîlê li gorî nifûsa dema damezrandina dewletê ya sala 1948an zêdetirî 12,5 qatî zêde bûye.
Li gorî nûçeya The Times of Israelê, sala borî li welêt nêzîkî 177 hezar zarok ji dayîk bûne.
Ji aliyekî din ve, hejmara kesên ku ji deverên cuda yên cîhanê koçî Îsraîlê kirine 21 hezar hatiye tomarkirin.
Piraniya welatiyan li Îsraîlê ji dayîk bûne
Amarên din ên balkêş jî cihê jidayîkbûna welatiyên Îsraîlê ne.
Ji her 5 welatiyan 4 ji wan li Îsraîlê ji dayîk bûne.
Ev rewş nîşan dide ku dewleta ku bi koçê hatiye avakirin, bi demê re veguhastiye pêkhateyeke nifûsa bicihbûyî û xwecihî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse