Trump: Me dest danî ser keştiyeke Îranê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Tump Îran Keştî Destdanîna Ser Keştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Kendava Umanê dest daniye ser keştiyeke barhilgir a Îranê.

Donald Trump derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.

Trump diyar kir ku keştiya bi navê “TOUSKA”yê hewl daye dorpêça deryayî ya Amerîkayê derbas bike lê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê pêşî li wê girtiye.

"Wan guh neda hişyariyan"

Trump di daxuyaniya xwe de anî zimên, "Îro keştiyeke barhilgir a bi navê TOUSKAyê ku ala Îranê li ser e, nêzîkî 274 metreyan dirêj e û giraniya wê hema bêje bi qasî keştiyeke firokehilgir e, hewl da dorpêça me ya deryayî derbas bike lê ev yek ji bo wan baş bi dawî nebû.

Keştiya wêranker a mûşekavêj a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê USS SPRUANCEyê li Kendava Umanê pêşî li TOUSKAyê girt û ji bo rawestandinê hişyariyeke zelal da wan."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku karmendên keştiyê guh nedane hişyariyan û got:

"Karmendên Îranî guh neda vê yekê, loma keştiya me ya deryayî bi teqandin û qulkirina beşa motorê ew di cih de rawestand.

Niha, keştî di bin kontrola leşkerên deryayî yên Amerîkayê de ye."

Di bin cezayan de ye

Trump her wiha bi bîr anî ku keştiya TOUSKAyê ji ber çalakiyên xwe yên neyasayî yên berê di bin cezayên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê de ye û got:

"Keştî bi temamî di destê me de ye û em dinêrin bê ka çi di nav de heye!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst