Îsraîlê êrişî çend herêmên Îranê kir

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Tehran Gulistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê çend herêmên bakurê Tehranê û parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê bi tundî bombebaran kir.

Medyaya Îranê eşkere kir ku parastina asmanî li Tehranê û parêzgeha Gulistanê ya li bakurê Îranê, li dijî "êrişên dijmin" çalak in.

Li bajarê Gurganê ku navenda parêzgeha Gulistanê ya Îranê gelek navendên leşkerî hatine armanckirin.

Her wiha li gorî zanyariyan li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jî êrişeke Îsraîlê çêbûye.

Medyaya Îranê vîdeoyek jî belav kiriye û di wê vîdeoyê de tê dîtin ku sîstema parastina asmanî li Tehranê bersiva êrişên Îsraîlê dide.

Ji berbanga 13ê Hezîranê ve şerê Îran û Îsraîlê bi tundî berdewam dike.

Îran bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê dike û Îsraîl jî navendên stratejîk û tesîsên atomî yên Îranê bombebaran dike.

Li gorî berpirsên Îranê heta niha ji ber êrişên Îsraîlê 224 kes hatine kuştin û zêdetirî 1000 kesî jî birîndar bûne.

Li aliyê din, di êrişên bersivdanê yên Îranê jî de li Îsraîlê 24 kes hatine kuştin û zêdetirî 500 kesî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst