19-07-2022
21:24
Serokkomarê Îranê: Çareseriya li Sûriyê bi destwerdana leşkerî nabe
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di lûtkeya Îran, Rûsya û Tirkiyê de li Tehranê
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di lûtkeya sê alî ya bi Vladimir Putin û Recep Tayyip Erdogan re careke din ragihand, ku Tehran li dijî operasyona Tirkiyê li nav axa Sûriyê ye û got, “Çareseriya li Sûriyê ne destwerdana leşkerî, lê dîplomasî ye.”
Lûtkeya sê alî ya Reîsî, Putin û Erdogan li Tehranê îşev hat lidarxistin û egera operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê mijara herî sereke ya lûtkeyê bû.
Di lûtkeyê de, Serokkomarê Îranê tekezî li ser helwesta xwe ya dijatîkirina her core operasyoneke nû ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de kir û ragihand, “Çareseriya li Sûriyê ne mudaxeleya leşkerî, dîplomasî ye. Destwerdana leşkerî pirsgirêkê mezintir dike.”
Îbrahîm Reîsî herwiha destnîşan kir, ku divê pirsgirêka Sûriyê were çareserkirin û got, her sê welatên Îran, Rûsya û Tirkiye dikarin bi hev re pirsgirêka Sûriyê çareser bikin.
Reîsî tekezî li ser yekîtiya axa Sûriyê û piştgiriya temam a Îranê bo hikûmeta Sûriyê jî kir.
Serokkomarê Îranê amaje bi hebûna hêzên biyanî yên nerewa li nav axa Sûriyê kir û got, “Hebûna nerewa ya hêza biyanî ya dagirker aramiya Sûriyê û navçeyê ji nav biriye. Hêza biyanî ya dagirker petrola Sûriyê dibe.”
21:04
Lûtkeya sê alî ya Reîsî, Putin û Erdogan hat lidarxistin
Lûtkeya sê alî ya Reîsî, Putin û Erdogan li Tehranê
Lûtkeya sê alî ya Reîsî, Putin û Erdogan li Tehranê îşev hat lidarxistin û egera operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê mijara herî sereke ya lûtkeyê bû.
Di lûtkeyê de, Serokkomarê Îranê tekezî li ser helwesta xwe ya dijatîkirina her core operasyoneke nû ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de kir û ragihand, "Çareseriya li Sûriyê ne mudaxeleya leşkerî, dîplomasî ye. Destwerdana leşkerî pirsgirêkê mezintir dike."
Îbrahîm Reîsî herwiha destnîşan kir, ku divê pirsgirêka Sûriyê were çareserkirin û got, her sê aliyên Îran, Rûsya û Tirkiye dikarin bi hev re pirsgirêka Sûriyê çareser bikin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî helwesta welatê xwe dubare kir û gefa lidarxistina operasyonekê li navçeyên Til Rifet û Minbicê li bakurê Sûriyê xwar.
Erdogan got, "Em bi biryar in ku navendên şer ên ku ewlekariya me ya neteweyî xera dikin ji Sûriyê derxin" û bang li Rûsya û Îranê kir, ku weke garantorê formata Astanayê, di “têkoşîna dijî terorê” de piştgiriyê bidin Tirkiyê.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî amaje bi rewşa Sûriyê kir û ragihand, pêwîst e pirsgirêka Sûriyê bêyî destwerdana derve û bi îradeya xelkê Sûriyê bê çareserkirin.
20:40
Xamineyî bo Putin: Îran li dijî her operasyoneke Tirkiyê li Sûriyê ye
Civîna Elî Xamineyî û Vladimir Putin li Tehranê. Wêne: Ofîsa Rêberê Îranê
Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ragihand, Îran li dijî her operasyoneke Tirkiyê li Sûriyê ye.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku ji bo beşdariya di lûtke ya sê alî ya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de serdana Îranê kiriye, bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî re civiya.
Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA, Elî Xamineyî di hevdîtina ligel Putin de tekezî li ser dijatiya Îranê bo operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê kiriye û ji Putin re gotiye, “Îran li dijî her operasyoneke Tirkiyê li Sûriyê ye.”
Elî Xamineyî ragihandiye, pêwîst e pêşiya her êrîş û operasyoneke leşkerî ya li nav axa Sûriyê bê girtin.
Xamineyî herwiha gotiye, “divê Amerîkî ji navçeya rojhilatê Firatê bên derxistin.”
Beriya vê hevdîtinê, Vladimir Putin li Koşka Seid Abad a Tehranê ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve hatibû pêşwazîkirin û herdu alî bi hev re civiyabûn.
Putin îro piştî nîvro bi rêya Firokexaneya Mêhr Abad a Tehranê gihîşt Îranê û ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Îranê Cevad Ocî ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Rûsyayê ji bo beşdariya di lûtkeya sê alî ya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê serdana Tehranê kiriye.
Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihandiye, di vê lûtkeya sê alî de Reîsî, Erdogan û Putin dê derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyê, têkoşîna dijî terorê û ji wan jî dijî DAIŞê û PKKê û herwiha vegera dilxwaz a penaberên Sûrî bo warê xwe gotûbêj bikin.
19:45
Putin û Erdogan li Tehranê civiyan
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro Sêşembê 19ê Tîrmeha 2022an li Tehran civiyan. Wêne: AFP bi rêya Sputnik
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Tehranê civiyan.
Putin û Erdogan ji bo beşdariya di lûtkeya sê alî ya derbarê rewşa Sûriyê de serdana Tehranê kirine.
Biryar e piştî demeke din lûtkeya sê alî ya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê bi beşdariya Îbrahîm Reîsî, Putin û Erdogan li Tehranê dest pê bike.
Gotûbêjkirina rewşa dawî ya li Sûriyê û bi taybet egera operasyoneke nû ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê û li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê dê di lûtkeyê de bên gotûbêjkirin.
Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihandiye, “di vê lûtkeya sê alî de Reîsî, Erdogan û Putin dê derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyê, têkoşîna dijî terorê û ji wan jî dijî DAIŞê û PKKê û herwiha vegera dilxwaz a penaberên Sûrî bo warê xwe gotûbêj bikin.”
19:14
Putin bi Xamineyî re civiya
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, îro Sêşembê 19ê Tîrmeha 2022an li Tehranê civiyan. Wêne: Ofîsa Rêberê Îranê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku ji bo beşdariya di lûtke ya sê alî ya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de serdana Îranê kiriye, bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî re civiya.
Beriya vê hevdîtinê, Vladimir Putin li Koşka Seid Abad a Tehranê ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve hatibû pêşwazîkirin û herdu alî bi hev re civiyabûn.
Putin îro piştî nîvro bi rêya Firokexaneya Mêhr Abad a Tehranê gihîşt Îranê û ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Îranê Cevad Ocî ve hat pêşwazîkirin.
Serokê Rûsyayê biryar e beşdarî lûtkeya sê alî ya di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de bibe.
Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihandiye, "di vê lûtkeya sê alî de Reîsî, Erdogan û Putin dê derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyê, têkoşîna dijî terorê û ji wan jî dijî DAIŞê û PKKê û herwiha vegera dilxwaz a penaberên Sûrî bo warê xwe gotûbêj bikin."
18:10
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro piştî nîvro serdana Îranê kir û piştî demek kurt ku gihîşt Tehranê, civîna navbera Putin û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dest pê kir.
Vladimir Putin îro bi rêya Firokexaneya Mêhr Abad a Tehranê gihîşt Îranê û ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Îranê Cevad Ocî ve hat pêşwazîkirin.
Di dema daketina ji firokeyê de, Putin li nêzîk şanda pêşwaziya Îranê rawestiya lê belê destê xwe neda wî wezîrê ku ji bo pêşwaziya wî hatibû firokexaneyê.
Piştî demeke kurt, Putin li Koşka Seid Abad a Tehran ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve hat pêşwazîkirin û civîna navbera her du aliyan dest pê kir.
Tişta balkêş ev e ku ne li firokexaneyê û ne jî di dema hevdîtina li gel Reîsî de, ti merasimeke fermî ya pêşwaziyê bo Putin nehatibû organîzekirin.
Ev di demekê de ye ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku ew jî li Tehranê ye, ji aliyê Serokkomarê Îranê ve bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin.
Biryar e piştî hevdîtina bi Reîsî re, Putin bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî re jî bicive.
16:01
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser vexwendina Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî, bi mebesta beşdarkirina di lûtkeya sê alî ya navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ev serdan pêk aniye.
Putin bi riya Firokexaneya Mêhr Abad gihîşt Tehranê û biryar e di vê serdanê de tevî beşdariya di civîna sê alî de, civînên du qolî jî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Rêberê Îranê Elî Xamineyî re pêk bîne.
Ev duyemîn serdana Putin bo derveyî welat piştî destpêkirina êrîşa ser Ukraynayê ye. Beriya çend rojan Putin serdana Turkmenistanê kiribû.
Herwiha ev yekemîn serdana Putin bo Îranê di dema serokkomariya Îbrahîm Reîsî de ye.
Di hevdîtinên li Tehranê de tevî rewşa Sûriyê û egera êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dê behsa şerê Ukraynayê û hinardeya genimê Ukraynayê jî bê kirin ku ji ber dorpêça benderên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, ew genim di depoyan de mane û Ukrayna nikare hinarde bike.
14:32
Erdogan û Reîsî konferanseke rojnamvanî ya hevbeş saz kirin
Erdogan û Reîsî konferanseke rojnamvanî ya hevbeş saz kirin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Reîsî piştî merasima îmzekirina peymanên di navbera herdu welatan de civîna rojnamevayî ya hevbeş li dar xistin.
Erdoga diyar kir ku edefa wan ew e ku bazirganiya di navbera herdu welatan de ew qebareya wê bigihêjînin 30 milyar dolar ku niha di navbera herdu welatan de qebareya me 7 milyar dolar e.
Erdogan got: “Weke Tirkiye di warê pîşesaziya parastinê de pêngaveke me heye, di vê mijarê de ez girîngiyê didim hevgirtina me.”
Serokomarê Tirkiyê herwiha di civîna rojnamevaniyê ya hevbeş de ragihand ku PKK, PJAK, YPG û Tevgera Gulen li serê herdu welatan bûne belayeke mezin, lewma divê herdu welat bi hev re rûbirûyê wan rêxistinan bibin. Erdogan got jî, ew rêxistin li kuderê bin, li wê derê aramî tine ye.
Erdogan derbarê lûtkeya Civîna sêalî ya Tirkiye-Îran-Rûsyayê ku biryar e îro birêve biçe de got: “Em dê pêvajoya Astanayê cardin binirxînin û hewl bidin ku pêvajoya Astanayê zindî bikin."
Serokomarê Îranê Reîsî jî da zanîn ku wan di navbera herdu dewletan de bi 30 milyar dolarî hecma bazirganiyê destnîşan kirin û got: “Em dê hecma bazirganiya hevbeş a heyî derdixe sê qatî. Yek ji mijarên ku me îro li serê li hev kir ew e ku herdu dewlet şirketên pîşesaziyê yên hevbeş ava bikin.”
Reîsî di konfernsa rojnamevaniyê de got ku dê şandina gazê bo Tirkiyê berdewam be, herweha ew ê di mijarên ewlakriyê û parastina sînoran de hevkariya hev bikin.
Reîsî eşkere kir ku herdu welatan tekezî li ser parastina yekparçeyiya axa Sûriyê kirin û got: “Pêşxistina hevkariyên ewlehiyê yên di navbera her du welatan û ewlehiya sînoran mijarên herî girîng hatin gotûbêjkirin. Li ser têkoşîna li dijî terorê û sûcên organîze nîqaş hatin kirin.
Serokomarê Îranê wiha axivî: “Dirêjkirina rêkeftina veguhestina enerjiyê ku berî niha hatibû behskirin çareke din tekezî li ser hate kirin ku ew rêkeftin bê dirêjkirin û veguhestina gazê di asteke berfireh de bê encamdan.
Alikariya du welatan di warê ewlekariyê de pir giring e û parastina ewlekariya sinorên herdu welatan hate gotûbêjkirin û me tekez kir ku saziyên ewlekariyê û istixbaratî, dikarin alîkariya hev bikin bo parastina asayîşa sinorên herdu welatan. Şerê terorê û şerê li hember maddeyên hişber û tawanên rêkxistî ji wan xalan bûn ku herdu welatan tekez li ser kirin. Alîkariya herdu welatan li navçeyê yek ji wan mijaran bû ku hate gotûbêjkirin, bi taybet ku her du welatan tekez kirin li ser parastina yekîtiya xaka Sûriyê.”
13:30
Civîna 7em a Konseya Hevkariya Astbilind a Tirkiye-Îranê dest pê kir
Civîna 7em a Konseya Hevkariya Astbilind a Tirkiye-Îranê dest pê kir
Bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Civîna 7em a Konseya Hevkariya Astbilind a Tirkiye-Îranê dest pê kir.
Di civîna ku li Qesra Sadabadê de bêyî beşdariya çapemeniyê bi rê ve diçe û şandên Tirkiye û Îranê jî beşdar in.
Piştî civînê Erdogan û Reîsî dê beşdarî merasima îmzekirina peymanên di navbera herdu welatan de bibin û dê civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.
Civîna 7em a Konseya Hevkariya Astbilind a Tirkiye-Îranê dest pê kir pic.twitter.com/FZuEwaD7ja
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 19, 2022
12:43
Îro lûtkeya sêalî ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê birêve diçe li Tehranê birêve diçe. Serokên hersê welatan li Tehranê kirîza Sûriyê gotûbêj dikin.
Îro êvara îro li Tehranê di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de lûtkeya sêalî destpê dike.
Ji bilî lûtkeya sêalî, dê civînên dualî yên Erdogan-Putin, Erdogan-Reîsî, û Putin-Xamneyî jî hebin.
Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Ez cereke din radigihînim. Em niha diçin qonaxeke nû ya pabendbûna me bi çêkirina navçeya aram bi kûrahiya 30 kîlometre bi dirêjahiya sînorên me li başûr. Navçeyên Til Rifat û Minbic ji terorîstan paqij dikin.”
Tevî hişyariyên navherêmî û nevdewletî, nêzîka du mehan dibe Tirkiye gefa êrîşkirina ser navçeyên di bin desthhilatita Rêveberiya Xsaweser de dixwe.
Vê yekê dilgiraniya beşekî ji welatên navçeyê li pey xwe aniye, di serdana xwe ya destpêka vê hefteyê de bo Sûriye, wezîrê derve yê Îranê hişyarî da ku her operasyoneke nû ya Enqere li nav Sûriye dibe sedema têkdana aramiya navçeyê.
Wezîrê Derve yê Îranê Huseyn Emîr Ebdullahiyan jî dibêje: “Em dijî her êrîşeke serbazî ne li Sûriye, bi her hicetekê be. Her hewlekî didin daku rê li ber çêbûna operasyona serbazî bigirin û balê bikişînin ser çareseriya siyasî.”
Herdem Sûriye, operasyonên Tirkiye bi nerewa û binpêkirina serweriya axa xwe û binpêkirina yasaya navdewletî binav dike.
Di sala 2016ê de, Tirkiye dest danî ser Cerabluus û Ezazê.
Destpêkja sala 2018ê Tirkiye û hêzên nêzîkî wê operasyonek li jêr navê Çiqlê Zeytûnê bo ser Efrînê destpê kir û piştî du mehan ji şer, dest danî ser herêmeke Rojavayê Kurdistanê. Di Cotmeha 2019ê de jî wan hêzan êrîşî ser sînorê Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin li Rojavayê Kurdistanê û ew jî dagîr kirin.
Armanca operasyona vê carê ya Tirkiye, wek berepirsên vî welatî amajeyê pê didin, Til Rifat û Minbic e, ku herdû di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ne.
Berpirsên HSDê, tevê ku dibêjin ew made ne bersiva her êrîşekê bidin, lê daxwazê ji Îran û Rûsyayê dikin rê li ber êrîşa Tirkiye bigirin.
HSDê dibêje, bo rêgiriya li êrîşa Tirkiye, wan û Rûsya lihev kirine, ku hikûmeta Sûriye hêzên zêde bişîne Kobanî û Minbic û hêzên xwe li ser sînorê hevbeş li gel Tirkiye jî bicîh bike.
10:24
Xamaneyî bo Erdogan: Êrişa leşkerî ya bakurê Sûriyê li dijî herêmê ye
Serokê Îranê Xamaney û Serokomarê Tirkiyê Erdogan hatin ba hev
Serokê Îranê Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de got: “Êrîşa leşkerî ya li Bakurê Sûriyeyê dê li dijî Tirkiye, Sûriye û herêmê be, lê dê di berjewendiya terorîstan de be”
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo hevdîtinên fermî li Îranê ye, bi Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney re hevdîtinek kir.
Civîna li ofîsa Xamaney û bêyî amadebûna rojnamevan, qasî saetekê berdewam kir.
Ofîsa Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî piştî hevdîtinê di daxuyaniyekê de diyar kir ku mijara krîza Sûriyê û êrişa çaverêkirî ya Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin Xameneyî derbarê krîza Sûriyê de bo Erdogan gotiye“Parastina yekperçetiya axa Sûriyê pir girîng e û her êrişeke leşkerî bo ser bakurê Sûriyê dê li dijî Tirkiye, Sûriye û hemû herêmê be û dê di berjewendiyê terorîstan de be."
Elî Xamineyî herwiha anî ziman ku divê herdu alî hevkariyên dualî bi taybetî bazirganiyê bihêztir bikin û got: “Rejîma Israîlê sedema sereke ya pirsgirêkên navbera welatên Îslamî ye.”
Hezretê ayetullah Xamineyî amaje bi pirsa Sûriyê jî kir û got: “Pêşgiriya yekparçeyiya axa Sûriyê pir girîng e û her êrişeke leşkerî bo ser bakurê Sûriyê dê li dijî Tirkiyê, Sûriyê û hemû navçeyê be û dê li gel terorîstan be."
09:40
Wezîrê Derve yê Îranê: Em li dijî derketina şer in
Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehiyan behsa naveroka civîna lûtkeya sêalî kir
Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehiyan beşek ji naveroka civîna sêalî eşkere kir û got: “Tirkiye behsa egera operasyonekê bi kûrahiya 30 km di nav Sûriyê de dike. Hewla Îranê jî eve ku bi rêya siyasî, wê kirîzê û dilgiraniyên emnî yên Tirkiyê nehêle.”
Ebdulehiyan herwiha got ku dêguman di vê rewşê de, yek ji pilanên wan ev e ,ku di şûna şer û pêleke din ya awarebûna xelkê Sûriyê, bi diyalogê, ji bo çareseriya wê pirsê alîkar bin.
Wezîrê Derve yê Îranê dibêje: vegerandina koçberên Sûryê bo ser warên wan û cîgirkirina ewlehiyê li Sûriyê, mijareke din a civîna sêalî li Tehranê ye.
09:13
Erdogan û Reîsî civiyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevdîtin pêk anîn
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevdîtin pêk anîn.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Îranê ji aliyê Serokomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin.
Hevdîtina ku li Qesra Sadabadê hat kirin bi qasî saet û nîvekê dewam kir.
Hevdîtin bêyî amadebûna rojnamevanan hat kirin û şandên herdu welatan jî di hevdîtinê de cî girtin.
08:13
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh bişev bi balafira taybet "TUR"ê gihişt Îranê.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Balafirgeha Navneteweyî ya Merabadê ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Îranê Cevad Ucî, Rêveberê Giştî yê Protokolê yê Ofîsa Serokomariyê Reza Naghîpour, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Enqereyê Mohammad Farazmand, Balyozê Komara Tirkiyeyê yê li Enqereyê Derya Ors û hevjîna wî Lale Ors digel rayedarên balyozxaneyê ve hat pêşwazîkirin.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê, Erdogan li ser vexwendina Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî, bi mebesta serdanên fermî û beşdariya 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Ast Bilind a Tirkiye-Îranê vê serdana xwe pêk tîne.
Ligel Erdogan, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Fatih Donmez, Wezîrê Werziş û Ciwanan Muharrem Ksapoglu, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî gihiştin Tehranê.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip #Erdogan îşev gihişt #Îran`ê û li Balafirgeha Navneteweyî ya Merabadê ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Îranê Cevad Ucî ve hat pêşwazîkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 18, 2022
Zêdetir⬇️https://t.co/UvfXxHKRFn pic.twitter.com/BVUhGgORAq
12:12
Lûtkeya Rûsya, Îran û Tirkiye li Tehranê hat lidarxistin
Lûtkeya Rûsya, Îran û Tirkiye li Tehranê tê kirin
Serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Tehran a paytexta Îranê dicivin û krîza Sûriyê gotûbêj dikin. Biryar e îro Sêşemê 19ê Tîrmehê 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Tehranê ligel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bicivin.
Ji bilî lûtkeya sêalî, dê civînên dualî yên Erdogan-Putin, Erdogan-Reîsî, û Putin-Xamneyî jî hebin.
Rûsya, Tirkiye û Îran di dema çend salên borî de çend caran civiya ne daku di çarçoveya proseya aştiyê ya Astana de rewşa Sûriyê gotûbêj bikin û wek ew îddîa dikin, çareseriyekê ji şerê 11 salan ê wî welatî re bibînin. Ev jî di demekê ye, destê hersê welatan di şerê Sûriyê de heye, Rûsya û Îran piştgiriya Beşar Esed dikin li dijî dijberên wî û Tirkiye jî piştgiriya opozisyonê dike.
Lûtkeya îro di demekê de ye ku di dema borî de, Erdogan berdewam gefa operasyoneke leşkerî bo ser Bakurê Sûriyê bi taybetî jî deverên jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike. Îran ku mazûvaniya lûtkeyê dike, berê hişyarî daye ku her operasyoneke artêşa Tirkiyê li Sûriyê, dibe sedema “têkçûna aramiyê li navçeyê.”
Yekem car e piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ku Erdogan di vê lûtkeyê de Putin bibîne. Her ji destpêka şerê Ukraynayê ve, Erdogan daxwaza civînekê ligel Putin kiriye û pêşniyara çareserkirina pirsgirêka wan herdû welatên dijberê hev kiriye.