Îraq: Serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyeyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Îraqê ragihand ku di operasyoneke hevbeş a li gel Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de, yek ji serkirdeyên payebilind ên DAIŞê yê bi navê Ebdurehman Helebî (Omer Ebdulqadir Besame) li Sûriyeyê hatiye kuştin.

Hat gotin ku Helebî berpirsê êrişa bombeyî ya li ser Balyozxaneya Îranê ya Libnanê bû.

Yekîneya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Îraqê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku serkirdeyê navborî sibeha îro li Sûriyeyê di operasyoneke asmanî de hatiye kuştin.

Berpirsê êrişa li ser Balyozxaneya Îranê bû

Di daxuyaniya Yekîneya Têkoşîna li Dijî Terorê de hat gotin ku Helebî berpirsê operasyon û ewlehiya derve ya DAIŞê bû û çalakiyên rêxistinê yên li "wîlayetên dûr" plan dikirin û çavdêriya wan dikir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Helebî berpirsê rasterast ê êrişa bombeyî ya li ser Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê ya li Libnanê bû.

Her wiha hewl da ku li Ewropa û Amerîkayê êrişan organîze bike."

Di êrişa xwekujî ya 19ê Çiriya Paşîn a 2013an a ku li ber Balyozxaneya Îranê ya li Beyrûtê hatibû kirin de 23 kes hatibûn kuştin û 160 kes jî birîndar bûbûn.

Operasyonê mehekê ajot

Yekîneya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Îraqê da zanîn ku ji bo operasyonê nêzîkî mehekê amadehî hatine kirin û piştî ku cihê Helebî hatiye tesbîtkirin, bi bombebarana hêzên Koalîsyonê hatiye kuştin.