Di navbera Îran û Tirkiyê de deriyên sînor ên nû tên vekirin

19-10-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Tirkiye Sînor Derî
A+ A-
Navenda Nûçeyan - Parêzgarê eyaleta Azerbaycana Rojava li Îranê Mehdî Şehriyarî ragihand, ku dê di navbera Îran û Tirkiyê de deriyekî sînor yê nû were vekirin.

 

Li gor nûçeya ajansa Mehrê ya Îranî Parêzgarê eyaleta Azerbaycana Rojava li Îranê Mehdî Şehriyarî, ku di serdana bo Tirkiyê de li gel Wezîrê Navxweyî yê Îranê Ebdulriza Rehmanî Fazlî bû, diyar kir, ku di hevdîtina dema wê serdanê de qebareya deriyên sînor ên di navbera herdu welatan de hat guftûgokirin.

 

Şehriyarî destnîşan kir, ku rêkevtin çêbû, daku li herdu herêmên Kûzehraşa ser bi bajarê Salmasê û Bûralana ser bi bajarê Makuyê deriyên sînor werin vekirin û got, bo deriyên sînor ji aliyê pisporan ve were lêkolînkirin, biryar hat dayîn ku komîyoneke hevbeş were avakirin.

 

Parêzgarê Azerbaycana Rojava got, “Piştî lêkolîn û analîzên pêwîst temam bibin, dê karên bo vekirina deriyên sînor werin destpêkirin."

 

Di navbera Tirkiyê û Îranê de 3 deriyên sînor hene, ku ew jî ji aliyê Tirkiyê ve li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Deriyê Sînor ê Gurbulakê, li navçeya Mehmûdî ya bajarê Wanê Deriyê Sînor ê Kapikoyê û li navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê Deriyê Sînor ê Esendereyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst