Îsraîlê otobusek bombebaran kir: 9 Filistînî hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand ku wan termên 9 Filistîniyan ji otobuseke bombebarankirî derxistine ku roja înê di êrişeke Îsraîlê de hatibûn kuştin û hemû endamên heman malbatê ne.
Li hemberî vê yekê, artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan gule li otomobîleke ku "xêza zer" derbas kiriye, reşandine.
Berdevkê Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Xezeyê Mehmûd Besel roja şemiyê ji Ajansa France Pressê re ragihand:
"Piştî hevahengiya bi nivîsgeha Xaça Sor re, tîmên me termên 9 şehîdan ji otobuseke bombebarankirî derxistin ku doh ji aliyê Îsraîlê ve li rojhilatê taxa Zeytûnê hatin şehîdkirin."
Mehmûd Besel her wiha da zanîn ku artêşa Îsraîlê "du guleyên tankan li otobusê dane".
Besel diyar kir ku ji ber tundiya bombebaranê termên du zarokan nehatine dîtin û amaje bi wê yekê kir ku derxistina terman karekî gelekî zehmet bûye.
Besel her wiha destnîşan kir, kuştiyên ku hemû ji malbata Şebanan in û zarok jî di nav wan de hene, di demekê de hatine kuştin ku wan "hewl daye biçin serdana mala xwe".
Yek ji endamên malbatê Um Mihemed Şebanê got:
"Keça min, zarokên wê û hevjînê wê, her wiha kurê min, hevjîna wî û zarokên wî hatin kuştin.
Ti agirbest nînin, temenê zarokan di navbera 2 û 12 saliyê de bûye."
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke xwe de got:
"Me çavdêriya otomobîlekê kir ku bi guman xêza zer derbas kiriye."
Ev yek amaje bi xeta vekişîna hêzên Îsraîlê ya di nav Xezeyê de dike ku di çarçoveya rêkeftina agirbestê de li ser li hev kiribûn.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku piştî guleyên hişyariyê, leşkeran "ji bo nehîştina gefê" gule reşandine û hat diyarkirin ku operasyon "li gorî bendên rêkeftinê" bûye ku di navbera Îsraîl û Hemasê de hatiye kirin.
Agirbest 10ê mehê ketiye meriyetê.
Rêkeftina ku bi serpereştiya Serokê Amerîkayê Donald Trump hatiye kirin, armanca wê bidawîanîna yekcarî ya şerê li Xezeyê ye.
Ji dema ku agirbestê dest pê kiriye ve ku sêyemîn agirbest e ji destpêka şerê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve, bi sed hezaran Filistînî ji bo malên xwe vegeriyane bakurê Xezeyê.
Hejmarek ji şêniyên Xezeyê ji France Pressê re gotiye ku wan nikarîbûn cihê malên xwe yan nîşaneke nas bibînin, ji ber ku taxên wan bi temamî di bin kavilên avahiyên wêranbûyî yên ji ber êrişên Îsraîlê de winda bûne.