Hûsiyan bi moşeka balîstîk êrişî Erebistana Siûdî kir
Navenda Nûçeyan - Moşeke balîstîk a ji axa Yemenê ber bi paytexta Erebistana Siûdî bajarê Riyadê ve hat avêtin û li Riyadê dengê çekan bilind bû.
Çavkaniyên ji herêmê radigihand ku wan îro derdorê seat 15.00ê dengê teqînên dijwar bihîstine û dûv re li asmana dûkel xuya bûye.
Derbarê bûyerê de hevpeymaniya ku pêşengiya wê Erebistana Siûdî dike daxuyaniyek da.
Li gorî nûçeya Reutersê, Hûsiyên li Yemenê ragihandin ku wan moşeka balîstîk avêtinê qesra Qraliyeta li Riyadê.
Di daxuyaniya hevpeymaniyê de hat ragihandin ku moşek li hewaya ji aliyê sîtema berevaniya asmanî ya Erebistana Siûdî hatiye berterefkirin.